Cîhan ji bo Ocalan li ser piyan e

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 03:00

Li seranserî cîhanê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ berdewam û berfirehtir dibin. 

BÛENOS AÎRES

Li Arjantînê, di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, di çalakiya şermezarkirinê ya Dayikên Plazo De Mayo de ku her Pêncşemê ji bo 30 hezar windahiyan lidar dixin, ji bo Rêber Abdullah Ocalan peyam hatin parvekirin.

AARAÛ

Li bajarê Aarau yê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” stand hat danîn. Parlamenterê Partiya Keskan (Grüne) Marcus Dietschi serdana standê kir û got:“Kurdan nîşan da ku azadî li çar parçeyên Kurdistanê pêkan e. Ev bi bandor e. Ji ber vê yekê ye ku Abdullah Ocalan bi salan e di girtîgehê de ye û tecrîd li ser tê meşandin. Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe. Divê Ewropa azadiya Kurdan û tecrîdê bigre dest. Di heman demê de divê em piştgirî bidin têkoşîn û berxwedana Kurdan a li Rojhilata Navîn.”

WINTERTHUR

Li bajarê Winterthur yê Swîsreyê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Çalakiya ciwanan bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê ciwanan Mîran Mêrdîn gerîlayên fedaî Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên li Enqereyê çalakiya fedaî pêkanîn bi bîr anî û got:“Em weke ciwanên Kurd soz didin ku em ê xeyalên şehîdan weke ferman bi cih bînin û xiyanetê vale derxînin.”

CAMBRIDGE

Li Brîtanyayê danasîna ewil a wêneçîroka bi navê Freedom shall prevail (Azadî wê bi ser bikeve) li Salona Semînerê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Cambridge hate kirin. Nivîskarê Skotî ê wêneçîrokê Sean Michael Wilson û ji Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider tevlî danasînê bûn. Gelek akademîsyenên zanîngehê û xwendekarên doktora û master eleqe nîşanî civînê kirin. Erkdarê Hîndekariyê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Cambridge Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley malovaniya civînê kir. Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley beşdaran silav kir û bal bire ser teoriyên Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan ku çareseriyên aştiyane pêşkeşî gelek şer û qirkirinên li cîhanê dike. Ji Meclîsa Jinê ya Jiyan Aso Kemalî jî qala dîrokçeya rolên ferdî yên Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz a di avakirina Tevgera Azadiya Kurd de kir. Piştr Nivîskar Sean Michael Wilson û ji Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider li ser sînevîzyonê pêvajoya fikra wêneçîrokê, pêvajoya nivîsandinê û çarçoveya wê vegotin.  Piştî civînê Nivîskar Sean Michael Wilson wêneçîroka bi navê “Azadî wê bi ser bikeve- Bi Wêneyan Jiyana Abdullah Ocalan” ji bo xwîneran îmze kir. Eleqeyekî zêde nîşanî standa pirtûkê hate kirin û nîqaş di standê de bi pirs û bersiv berdewam kirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo meşa mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, belavok hatin belavkirin. Di çarçoveya xebatên meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji xelkê Elman re behsa girîngiya meşê hat kirin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ya ku tevlî xebatên meşê bû, banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin kir. Zumrut anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pêngava aştî û aramiya Rojhilata Navîn e.

MARSÎLYA

Ciwanên Kurd yên Fransa (CKF) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de çalakî lidarxistin. Çalakî bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir. Ciwanan piştre ji qada Belle De Mai bi dirûşmeyan heta parka La Poste meşiyan. Piştî meşê mitîng hate lidarxistin û li ser navê CKF’ê Marsîlya axaftin hate kirin. Nûnerê tevgera ciwanan got:“Demeke dirêj e li ser Rêber Apo tecrîdekî mutleq heye. Ev tecrîd di heman demê de tecrîdekî ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê pêkanîn e. Em weke ciwanên Apoyî bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li Rêbertiyê derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi awayekî çalak di nava çalakiyan de bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.