Cîhan bi şewqa Ocalan geş dibe

Şemî 22 Hezîran 2024 - 02:35

Bi dirûşmeya ‘Rojên Diyalogê bi Ocalan re’, li gelek navendên cîhanê çalakiyên cihêreng pêk hatin. 

FÎNLANDIYA

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî û Turkuyê têkîldarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser gelê Kurd panel hatin lidarxistin. Di panelên ku ji aliyê Pirtûkxaneya Rosebud a Tora Piştevaniyê ya bi Kurdistanê re a Helsînkî û Kolektîfa Xaça Reş a Anarşîst a li Turkuyê ve hatin lidarxistin de, hate destnîşankirin ku tecrîda Îmraliyê nayê qebûlkirin.

Li Helsînkiyê ji rêxistinên parêzeran OHD û MAF-DAD Rengîn Ergul têkîldarî rewşa hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan û rewşa tecrîdê agahî da. Her wiha ji Akademiya Modernîteya Demokratîk Martî Odena jî anî ziman ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji rewşa giştî ya gelê Kurd û ji polîtîkayên îmhayê û şirîkatiya sûc a hêzên navneteweyî ne cuda ye.

Nûnerên rêxistinên çep a Finlandiyayê jî tevlî nîqaşan bûn.

TORÎNO

Jinên ciwan ên enternasyonalîst li bajarê Torîno ê Îtalyayê bi sernavê “Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re’ stand vekirin. Di standê de pêşangeha hunerî û pirtûkên Rêber Abdudllah Ocalan hatin pêşandan. Jinan pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê protestokirin. Her wiha di pêşengehê de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di roja me de giran dibe û berxwedana dîrokî ya gerîlayên li çiyayên azad ên Kurdistanê hate destgirtin.

Di çalakiyê de felsefeya Abdullah Ocalan û azadiya jinê derket pêş. Di pêşengeha hunerî de “teoriya gul” a Rêber Abdullah Ocalan û 5 rêgezên azadiya jinê hatin temsîlkirin.

SAO PAÛLO

Li bajarê Sao Paûlo yê Brezîlyayê jî Çalakiya Diyalogê bi Rêber Abdullah Ocalan re hat lidarxistin. Di çalakiya li Zanîngeha Eyaleta Campînas de mijara “Dengên Şoreşa Kurd: Konfederalîzma Demokratîk, Tevgerên Jinê û Jineolojî” hat nîqaşkirin. Zêdeyî 50 kesan tevlî nîqaşa ku ji aliyê 30 xwendevanan ve hate rêvebirin, bûn. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna van li Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û ji derveyî mirovahiyê ye. Gelek xwendekar pirsîn ku wê fikrên Konfederalîzma Demokratîk li Brezîlyayê çawa were pêkanîn. Qala civaka Quîmbolos, herêmên xwecihî yên di berxwedanê de û dagirkirina axê ji aliyê malbatên wan ve hate kirin.

VIYANA

Li Muzeya Folklorê ya paytexta Avûstûrya Viyanayê jî bi pêşengiya Feykom û Defend Kurdistan çalakiyek li ser konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin. Rêxistina sîwane ya komeleyên Kurd Feykom a Awûstûryayê û Înîsiyatîfa Defend Kurdistan bi sernavê "Konfederalîzma Demokratîk wekî perspektîfa çareseriyê ya li Rojhilata Navîn" pêşkêşiyek li dar xistin. Di çalakiya ku li Muzeya Folklorê ya Viyanayê hat lidarxistin de endamê Akademiya Modernîzma Demokratîk Alî Firat bû mêvan. Di konferansê de der barê teoriyên Rêber Abdullah Ocalan de agahiyên berfireh hatin dayîn, li ser tespîtên wî yên der barê konfederalîzma demokratîk û "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" ku ji dawiya Şerê Sar û vir ve dewam dike, hatin nirxandin.

VALENCIA

Yekîtiya Xwendekarên Katalanê di çarçoveya Rojên Diyaloga bi Ocalan re li Valenciayê rewşa Kurdistan û welatên Katalan nirxand û li ser paradîgmayên Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman. SEPC (Yekîtiya Xwendekarên Katalanê) li Zanîngeha Valenciayê bi sernavê "Rojên Diyalogê bi Ocalan re" nplatforma nîqaşan li dar xist. 20 kesên ku piraniya wan xwendekar bûn beşdarî platforma nîqaşê bûn.

Di platformê de bal birin ser girîngiya pergala tecrîdê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan û her wiha li ser dîrok, erdnîgariya Kurdistanê, têkoşîna gel a ji bo azadiya Kurdistanê,  dîroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ku li ser fikr, pratîk û modela Abdullah Öcalan bi rêxistin bûye axivîn. Her wiha di platformê de li ser dîrok, berxwedan û aktîvîteyên welatên Katalonyayê pêşkêşiyek hate kirin. Pirsên derbarê parastina ziman û çandê ya li hemberî zilma dewletê de rê li ber geşbûna nîqaşan vekir.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê ciwanên enternasyonal li warê xwe yê Rotes Antiquariat ê li Berlînê beşên têkildarî Konfederalîzma Demokratîk ên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Beriya xwendinê işaret bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate ragihandin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê kes li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Piştî xwendinê nîqaş hate kirin û hate destnîşankirin ku fikrên Konfederalîzma Demokratîk çareseriyê pêşkêşî pirsgirêkên cîhanê yên serdema heyî dike. Her wiha hin beşên ji rojnivîskên Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) û Mîchael Panser (Şehîd Bager Nûjiyan) hatin xwendin.

Çalakî piştre bi pirs û bersivê û nîqaşê dewam kir. Nîqaş li ser wê yekê hate kirin ku pêla faşîst a rastgir a li nava sîstema Ewrûpayê bilind bûye bi taybetî li Elmanya û Fransayê geş bûye çawa dikare bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.