BAZÎD EVREN / MA / AMED
Ma Musîc ku muzîka kurdî û bi taybetî jî stranên gelêrî dibêjin û arajne dikin, dê li Amedê bi organizatoriya Sanatçayê konserekê bide. Ew ê konser di 6 û 7’ê meha Mijdarê de (îro û sibe) de li eywana Şanoya Bajêr a Amedê saet di heft û nîvan de bê lidarxistin. Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar balê bir ser girîngiya konserê û bang li guhdar û hezkiriyên Koma Ma’yê kir û xelkê vexwend konserê.
Kanîwar bi bîr xist ku Koma Ma’yê di Çileya 2023’yan de li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr çend konser dan û dû re jî li Amedê konser dan. Kanîwar destnîşan kir ku wê konserên wan di wê serdemê de weke rêzekonser li Sêrt, Mêrdîn, Wan û wekî din dewam bikira, lê ji ber karesata erdhejê nekarîn vê plana xwe pêk bînin. Kanîwar bal kişand ser astengiyên qeyûman ku derdixin pêşiya wan û got: “Niha hemû eywan di destê qeyûm de ne û eywan hatine desteserkirin. Ji ber ku eywana Şanoya Bajêr a Amedê piur piçûk e, em ê du şevan li ser hev konser bidin. Heke em derfet bibînin dibe ku em meh û nîv, du mehên din amadehiya rêzekonsereke din bikin. Em dixwazin yan ji Stenbolê yan jî ji Wanê dest bi rêzekonsereke nû bikin. Dibe ku em biçin çend metropolên ku kurd gelek lê dijîn jî. Rêzekonser, tûrne ji bo me tiştekî nû ye. Ji ber ku em saziyeke perwerdehiyê ne jî, em nikarin hemû dema xwe bidin konseran. Em hewl didin hem konseran li dar bixin û hem jî perwerdehiyê bidin.”
Mizgîniya albûm û kovareke nû
Kanîwar mizgîniya çend projeyên nû jî da û da zanîn ku Koma Ma, amadehiya albûmeke nû dike. Kanîwar destnîşan kir ku heke pirsgirêkek teknîkî dernekeve ew ê di Newroza 2024’an de albûmê biweşînin û got: “Dîsa em amadehiya kovareke bi navê ‘Ma’ ku ew ê bîra muzîka kurdî be, dikin. Her wiha mizgîniyek din jî ez ê bidim. Em amadehiyê dikin ku li nava Sûrê, bêpere perwerdehiyê bidin zarokan, bi navê ‘Çand Ma’ şaxeke nû ya Ma Musîcê vekin. Gelek tiştê me ji me hatiye sitendin, heta jiyanên me ji me hatine sitandin. Hewl dane di zindanan de me birizînin, bi komkujiyan me tine bikin, lê çanda me her û her maye. Lewma em navê şaxa xwe ya dê li Sûrê bê vekirin bikin ‘Çand Ma’.”
Dilê me mezin û fireh e
Kanîwar anî ziman ku koma wan bi hemû şêwezarên kurdî muzîkê çêdikin û hewl didin xîtabî hemû Kurdistanê bikin. Kanîwar got ku ew dixwazin bi muzîka xwe Kurdistana ku bûye çar perçe bigihînin hev û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo konserê ku hûn cih bibînin dereng nemînin. Raste, cihê me piçûk e lê dibêjin ‘Cih ji dilan re teng e’. Dilê me mezin e, fireh e cih ji hemû kesan re heye. Dereng nemînin ji bo 6 û 7’ê mehê werin tevlî coş û kelecana Koma Ma’yê bibin.”