Çîftyurek: Divê parêzer jî biçin Îmraliyê

Sêşem 29 Cotmeh 2024 - 17:15

  • Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek hevdîtina parlamenter Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re weke gava pêşî ya rabûna tecrîdê pênase kir, diyar kir ya esasî divê Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hev bibîne û got ji bo pêvajoya bi rengekî pozîtîf bidome divê Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe.

Piştî hevdîtina malbatê ya berî çend rojan a Rêber Apo, parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bal kişande ser berxwedana Kurdan a ji bo rabûna tecrîda li ser Rêber Ocalan, xasma jî yên van 4 salên dawî yên li hundir û derve û piştgiriya dostên Kurdan û got,’’Bi biryar in ku dawî li vê neheqî û bêhiqûqiyê bînin.’’

Nîqaş û nirxandinên li dora peyva ‘aştiyê’ ku hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Ocalan didomin. Nûnerên siyaseta Kurd tim bang dikin û dibêjin heke dewleta Tirk dixwaze ramanên Ocalan têkilî çareseriya pirsa Kurd çi ne bila tecrîda li ser were rakirin û derfet werin afirandin ku Ocalan bikaribe dengê xwe bigihihîne raya giştî ya Kurd, Tirk.

Hevdîtin gaveke baş e lê kêm e

Ji parlamenterên DEM Partiyê Sînan Çitfyurek derheqê hevdîtina li gel Ocalan anî zimên bi hevdîtina bi parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan gava pêşî ya rakirina tecrîdê hatiye avêtine lê ev têrê nake û nayê maneya rabûna tecrîdê, aliyê hiqûqî yê hevdîtinan nîşan da û got,’’Em qala mafekî qanûnî dikin ku hatiye desteserkirin. Ji niha û pê ve ji bo malbat û parêzer karibin bi rê û pêk hevdîtinê bikin û nêrînên wî yên siyasî, pêşniyarên wî bi raya giştî re bêne parvekirin, divê tecrîd bi rengekî mayinde bê rakirin. Divê desthilatdariya Tifaqa Cûmhûr û Dewlet bi nêzîkatiyeke rojane, bi feraseta bidawîkirina gefa heyî û taktîkî nêzî mijarê nebe."

Divê parêzer tavilê biçin

Çîftyurek li ser peyama Rêber Apo ku gotibû 'Şert û merc bêne afirandin ez xwedî wê hêzê me ku pêvajoyê ji zemîna şer bikişînim ser zemîna siyasî' wiha axivî: "Ya ku Birêz Ocalan got, girîng e. Lê belê bi esasî ya girîng ew e ku ji bo nêzîkatî, nêrîn û pêşniyarên wî bi temamî bê ragihandin divê parêzer tavilê bi rêk û pêk hevdîtinê pê re bikin. Mebest ji gotina 'Eger şert û merc bêne afirandin' çi ye? Mebest ji 'şert û mercan' ji bo dewletê û Kurdan çi ye? Divê çi bê kirin? Di meseleya Kurd de divê dewlet kîjan gavan biavêje ku li nava derdorên cuda yên siyasî yên Kurd bersiva xwe bibîne û Birêz Ocalan jî di nava wan şert û mercan de karibe bi rola xwe rabe. Ji bo bersiv ji van pirsan re bê dayin divê Birêz Ocalan karibe nêrînên xwe parve bike."

Azadiya fizîkî ya Ocalan lazim e

Sînan Çîftyurek herî dawî anî zimên ji bo ku pêvajoya ber bi rengekî pozîtîf ve biqulibe hewceyî pê heye ku şert û merc bêne avakirin ku Rêber Ocalan bikaribe ji alî fizîkî ve azad bibe, ku jixwe ji alî hiqûqî ve jî dewleta Tirk heke li gorî hiqûqa navnetewî, xasma jî li gorî biryara DMME’yê û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Wezîran biçe divê Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe û dawî li rewşa rehînebûnê were. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.