Cholita; jinên çiyayî yên Bolîvyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 00:58

  • Cholita yan jî jinên çiyayî yên Bolîvyayê. Ev jinên çiyayî bêyî tirs ber bi çiyayên bilind ve hildikişin. Ew bi vî awayî hem rêberiyê ji tûrîstan re dikin û hem jî rêûresmên bi salan ku ji bav û kalan mane diparêzin. Wênegir Todd Antony rêwîtiya van jinan bi menzereyên xweşik şirove dike.

ARDÎN DÎREN

Bolîvya bi folklor û menzereyên xweşik ên çiyayên xwe tê zanîn û nasîn. Folklor û çiyayên Bolîvyayê her yek bi serê xwe gelek tiştî îfade dikin lê wênegir Todd Antony bi rêya fotografan van her du tiştan aniye gel hev û projeyeke bêhempa biriye serî. Wî di fotografên xwe de folklor û çiya anîne gel hev û bi navê “Climbing Cholitas” (Hilkişîna Cholita’yan) rêzefotografên pirr xweşik girtine.

Di fotografên Todd Antony de em Cholita’yan dibînin, ên ku bi cilûbergên xwe yên rengîn û baweriyeke mezin ber bi çiyayan ve hildikişin. Ew bê tirs li ser çiyayên bi berf û zinarên bilind dimeşin. Eynî weke pêşiyên xwe yên ku van çiyayan ji xwe re kiribûn wargeh û bi salan li vir jiyabûn.

Todd Antony bi van fotografan qeydeke xweşik ya Cholita’yan dihêle ji insanan re, ji xwe ew jî dixwaze bi van fotografan çanda Bolîvyayê, nexasim jî têkoşîna jinan a li hember xwezayê were zanîn. Her wiha ew bi van fotografan estetîk û zanîna pêşiyên Cholita’yan jî derdixe holê. Ji lewre ev jin tenê di warê hilkişîna çiyayan de zîrek nîn in, her wiha ew di warê hiqûq, tib û werzîşê (gulaş) de jî jêhatî û zîrek in. Gava wênegir çav bi fotografekî piçûk û kevn ên van Cholîta’yan dikeve, ku ew di fotograf de ber bi “Çiyayê Aconcaguo” ve hildikişin, nema xwe digire û yekser dixwaze here Bolîvyayê fotografên wan bigire. Ev proje jî bi vî awayî dest pê dike û ji vê projeyê weneyên bêhempa derdikevin holê.

‘Bi çiya re bûbûn yek’

Todd Antony dibêje; “Ji bo biryara hin projeyan bi mehan serê xwe mijûl dikim ta ku biryar digirim. Lê gava ez çav bi van jinan ketim projeya min bi carekê di serê min de zelal bû” û wiha dewam dike; “Cilûbergên wan ên rengîn bi rengê xweza û çiyayan re bûbû yek. Serpêhatiyên wan ên bi îlham bala min kişandin ser xwe. Zûzûka min li Bolîvayayê kesekî peyda kir ku bi min re bibe alîkar û min bibe cihê ku ev jin li wir dijîn.” 

Proje bêyî zehmetî nabin

Di projeyên bi vî rengî de bivênevê zehmetî jî rû didin. Wênegir Todd Antony wiha behsa zehmetiyên vê projeyê dike; “Her çen beriya ku proje dest pê bike hûn pêdiviyên xwe bi cih bînin jî, gava hûn diçin cihê projeyê gelek zehmetiyên ku hûn texmîn nakin derdikevin pêşiya we. Rewşa hewayê û bilindahiya çiyayan hinekî rêya me asê kirin. Li serê wan çiyayan diviyabû hûn hêdî tevbigerin û hin caran ji bo tiştên piçûk jî hewcebû em bê nefes bimînin. Ji lewma hewcebû em bi tevdîr bin û me wextekî dirêj bihurand li wir, hin caran serê me jî êşiya ji ber zehmetiyan. Lê dîsa jî me li derûdora xwe nihêrî û bi çavekî afirîner ketin pey serpêhatiyan û çîrokan. Gava mirov ji tiştên wiha re vekirî be elbet tiştên nû jî derdikevin hemberî mirov.”

‘Jinên bêhempa bûn’

Todd Antony di dema projeyê de ji Cholita’yan gelek tişt jî fêr dibe. Yanî wî tenê menzereyên xweşik ên Bolîvyayê negirt, wekî din wî tevî van jinan li bin quntarê Zongo ku çiyayekî qeşagirtî ye, xwarin jî çêkir û guhdariya folklora wan kir. Todd Antony wiha behsa wan rojan dike; “Me bi heman zimanî nediaxivî lê hevkariya me û parvekirinên me zimanekî hevpar ava kir di navbera me de. Roja pêşî, ber destî sibehê, gava em li Huayana Potosi bûn, ji bo em bi awayekî ewle bi çiyayan ve hilkişin me diyariyekî da xwedawenda bi navê Pachamama (xwedawenda ku hikmê wê li ser çiyayan heye). Me merasîma bi navê ‘Challa’ pêk anî. Di dawiya merasîmê de divê hûn ji araqa ku li wê herêmê hatiye çêkirin qurtekê vexwin. Gava min ev qurt xwar serî li min gêj bû, ewqasî ku bi tesîr bû! Ji lewam hemû Cholita bi min keniyan. Jidil jî jinên bêhempa bûn û ez ê heta dawiya emrê xwe wan jibîr nekim.”

Hilkişîna li hember cihêkariyê!

Gava proje bi dawî bûye Todd Antnoy Cholita’yan jibîr nekiriye û ji projeya xwe fotografan şandiye ji wan re. Todd Antony ji bo girîngiya karên ku ev jin dikin wiha rave dike; “Ji tiştên ku me bi hevre ava kir pirr kêfxweş in. Wekî din ev proje bû danasîna wan jî, ji lewma gava turîst diçin Bolîvyayê ev jin rêberiyê dikin ji wan re û ev kar di heman demê de karê debarê ye ji bo wan. Dixwazim hemû insan hêza van jinanan bibînin û ji wan hez bikin. Kesên pirr bi rûmet in. Ew ji dervayî qalibên ku ji wan re hatine danîn difikirin û rolên ku li ser wan hatine ferzkirin qebûl nakin. Ez hilkişîna wan a ber bi çiyayan ve weke metaforekê dinirxînim; cihêkariya bi salan a ku li wan bûye!”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.