Chalak Evetns a Wanê bi projeyeke nû li hember temaşevanên sînemayê ye. Chalak Event da zanîn ku ew ê di navbera 5’ê meha Tebaxê û 14’ê Cotmehê de filmên kurt û dirêj ên Kurdî nîşan bidin. Ev çalakî dê 3 meh dewam bikin. Bi nîşandana filman re dê derhêner jî tevlî çalakiyan bibin û hevpeyvîn pêk werin.

Filmên di çarçoveya “ChalaKINO” de hatine hilbijartin dê li ŞanoWan werin nîşandan. Derhênerên filman jî dê bi awayekî online beşdarî nîşandanan bibin û pirsên temaşevanan bibersivînin.

Projeya hatiye amadekirin bi piştgiriya hin saziyan li dar dikeve û di vê çarçoveyê de 9 filmên metrajdirêj, 5 kurtefilm û 6 jî çalakî wekî gotûbêj, semîner û atolye li dar bikevin. Bernameya yekem a vê projeyê 5'ê meha Tebaxê bi nîşandina kurtefilmên "Behr Rabû” (Emîr Xulamî), "Navnîşan" (Aram Dildar), "Şiwênpence" (Zanyar Mihemmedîniku) û "Bêdeng" (Rêzan Yeşîlbaş) dest pê dike.

Di çarçoveya bernameyê de dê ev filmên li jêr jî werin nîşandan û derhênerên filman bi awayeki online beşdarî çalakiyên nîşandanê bibin.

Bîranînên Hespê Reş - Şehram Elîdî

Mandoo – Îbrahîm Saedî

Cîran - Mano Xelîl

Xanîyê Bêban - Solîn Yusif 

Bîraxane – Bîlal Korkut

Azmûn - Şewket Emîn Korkî 

Di Navberê De – Elî Kemal Çinar

Govenda Elî û Dayika Zîn - M. Elî Konar 

Zer - Kazim Oz  

Aforoz - Yilmaz Ozdil

NAVENDA NÛÇEYAN