• Dûran Kalkan:’’Saziyên navneteweyî yên ku pergala Îmraliyê pêk tînin û jê berpirsyar in, di nava bêdengiyekê de ne. Bêguman ev bêdengî tê wateya ku li hev kirine. Tê dîtin ku ev sazî piştgiriyê didin kirinên faşîzma AKP û MHP’ê yên li Îmraliyê.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke Medya Haber Tvyê bû. Kalkan di nirxandinên xwe de tecrîda mitlaq a li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand û qala cezayên disîplînê û helwesta saziyên navneteweyî kir û wiha got;’’Tecrîda li Îmraliyê didome. Di vê meseleyê de tu pêşketin tune. Jixwe pergala Îmraliyê bi xwe tecrît e. Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ye. Divê em wê rast fêm bikin. Nabe ku em di rewşa heyî de li hêviya guherînekê bin. Ji ber ku desthilatdarên heyî derew kirin. Ji raya giştî re daxuyaniyek dan. Li ser navê Wezîrê Edaletê û Serokkomariyê axivîn û gotin tu pirsgirêkeke hiqûqî tune. Lê niha li gorî hiqûqê tevnagerin. Dek û dolaban tînin serê hiqûqê. Hemû pêkanînên di bin navê cezayên dîsîplînê de, derew e, dixwazin dek û dolaban bikin. Me qala armancên wan kir. Hevdîtinê asteng dikin. Dixwazin di sala 25’an de bi pêkanîna hiqûqa Ewropayê re dema rewşa Rêber Apo dîsa were nirxandin û nehêlin Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Bi wan qaşo cezayên dîsîplînê re dixwazin vî tiştî bikin. Ev dek û dolab e, tê wateya ku dek û dolaban li hiqûqê bikin.

Piştgiriyê didin faşîzmê

Hêzên din ên li wir berpirsyar in jî bêdeng in. Ker, kor û lal in. CPT, Konseya Ewropayê û hêzên din bêdeng in. Saziyên navneteweyî yên ku pergala Îmraliyê pêk tînin û jê berpirsyar in, di nava bêdengiyekê de ne. Bêguman ev bêdengî tê wateya ku li hev kirine. Tê dîtin ku ev sazî piştgiriyê didin kirinên faşîzma AKP û MHP’ê yên li Îmraliyê. Piştgiriyek heye, bi hev re bi rê ve dibin. Ev aliyekî meseleyê ye.

Dixwazin dengê Rêbertî bibîhîzin

Li aliyê din têkoşîna li dijî tecrîdê, ya li dijî pergala Îmraliyê, êşkence û qirkirinê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê geş dibe. Di van salên dawî de, bi taybetî li derveyî welêt, çalakiyên girîng hene. Wek mînak, daxuyaniya çapemeniyê ya di 26’ê Tîrmehê de li Brukselê hat dayîn. Banga çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji aliyê sendîka, rewşenbîr û şaredariyan ve bi hev re hate organîzekirin û banga ji bo azadiya Rêber Apo girîng bûn.

Piştre konferansa li Kolombiyayê pêk hat. Ciwanên li Ewropayê û hevalên wan ên enternasyonalîst du caran çalakî pêk anîn; hem dawiya hefteya borî û hem jî çend roj berê. Li Îtalyayê konserek hebû. Daxuyaniyên sendîkayên Îtalî û Skotlandî hene. Li her dera derveyî welat ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang û xebat hene. Ev hemû bi awayekî zelal nîşan didin ku pêwîstiya mirovahiyê, derdorên demokratîk, rewşenbîr, siyasetmedar, fîlozof, jin, ciwan û hemû cîhanê bi ramanên Rêber Apo heye. Dibêjin “Em dixwazin dengê wî bibihîzin, em dixwazin fikrên wî yên nû bibihîzin.” Xeta neteweya demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk, di rastiya xwe de ev pergalên ku li ser esasê xwerêveberiya demokratîk tê xwestin bên pêşxistin, xwedî wê hêzê ye ku pergala desthilatdarî û dewletê di serî de, dikare ji hemû pirsgirêkên netewe-dewleta modernîteya kapîtalîst re çareseriyan peyda bike. Bi rastî jî di pratîkê de derdikeve holê. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Li ser vê bingehê dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin, gelê Kurd mafê xwe yê azadî û demokrasiyê bi dest bixe, li Rojhilata Navîn a demokratîk û mirovayetî azad bibe, li her qadê şoreşa azadiya jinan bi pêş bikeve, li ser esasê azadiya jinan jiyana azad li her derê belav bibe. 

Hertişt li Îmraliyê asê maye

Her tişt hatiye di doza Kurdan de asê maye. Doza Kurdan jî hatiye di rejîma qirkirinê ya Îmraliyê de asê maye. Ji ber ku vîna gelê Kurd li Îmraliyê ye û Rêber Apo ye. Rêber Apo hêza çareseriya pirsgirêka Kurd e. Divê em nirxandin û analîzên xwe xurttir bikin. Divê em têkoşînê mezintir bikin û li her qadê belav bikin. Ciwanên Ewropayê gotin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em ê nesekinin û ranezên. Helwesta rast ev e. Bi rastî jî diviyabû heta niha wisa bûya. Bi tenê li ser vî esasî mirov dikare pêşiya jiyanê veke. Bi pîvanên demokratîk ên jiyana azad, rêveberiyeke demokratîk dikare derkeve holê. Agahînestendina ji Îmraliyê, hebûna rejîma qirkirinê çawa ku li Tirkiyeyê dîktatoriya faşîst anî li Rojhilata Navîn jî demokratîkbûnê asteng dike. Hemû mirovayetiyê di binê vê gefa çeteyên faşîst de dihêle. Mirovayetî dixwaze ji Rêbertî hîn bibe, wî nabihîzin. Em dikarin bi têkoşînê vî tiştî pêk bînin. Ez li ser navê partiya me bang li hemû gelê me, jin, ciwan, heval û her kesî dikim ku li ku dibin bila bibin, zêdetir beşdarî vê têkoşîna pîroz, têkoşîna bingehîn a demokrasiyê bibin û bi rêbazên nû yên afirîner têkoşînê mezin bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN