Cezayê hatiye birrîn kêfî ye

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 02:30

Gêrîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr di sala 2019’an de kete kêmîna hêzên rejîma Îranê û bi birîndarî hate girtin. Dadgeha Îranê bi îdiaya “Serhildana çekdarî ya li dijî dewletê” cezayê birdarvekirinê da Ozdemîr. Ji parêzerên Hatem Ozdemîr, Mohammed Saleh Nîkbakht, têkildarî mijarê ji komeleya Mafên Mirovan a Îranê (IHR NGO) re axivî. Nîkbakht, diyar kir ku biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye xerakirin lê dadgeha herêmî piştî biryara betalkirinê dîsa heman biryar daye û got: “Weke parêzerê esil ê dozê ez û hinek parêzerên din ên piştre ji Urmiyeyê tevlî dozê bûn, me li dijî biryarê îtîraz kir. Daîreya 9’emîn a Dadgeha Bilind jî bi biryareke bihincet û bi belgeyî biryara darvekirinê betal kir. Piştre jî doz hewaleyî dadgeheke di heman statûyê de kir. Şandina dozê ya li dadgeheke xwedî heman statûyê, di esasê xwe de tê wê wateyê ku biryar hatiye binpêkirin. Bi gotineke din, 9’emîn Daîreya Dadgeha Bilind biryar da ku Hatem Ozdemîr sûc nekiriye yan jî lêpirsîna heyî qebûl nekiriye. Xwest ku cihê bûyerê jinûve were avakirin û dîsa derheqê şahidan de lêpirsîn were kirin. 

Hatem ti gulle bernedaye 

Du şahidên di dema bûyera Hatem hatibû girtin li wir bûn, diyar kirin ku dema hêzên DMO’yê êrişî endamên PKK’ê yên li herêma Çaldiranê dikir, çend top li nêzî Hatem teqiyane lewma Hatem şoq derbas kiriye û ser hişê xwe çûye. Dema hatî girtin, neçar man ku bibin nexweşxaneyê. Her wiha, li ser daxwaza parêzeran, Dadgeha Şoreşê ya Hoyê biryar da ku çeka tê îdiakirin Hatem sê sal berê bi kar aniye bê ceribandin. Ji bo vê jî kesekî pisporê çekan şand cihê bûyerê ya li Çaldiranê. Kesê pispor, got ku 10 gule ceribandiye û van guleyan û yên çeka Hatem hev negirtine û got ku Hatem wê rojê çek bi kar ne aniye. Ya din, Hatem û hevalên xwe weke gerîlayên PKK’ê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê, ji bo perwerdeya leşkerî hewl didan li ser xaka Îranê xwe bigihînin rêzeçiyayên Qendîlê. Mebestekî wan a ji bo şerê li dijî hêzên leşkerî yên Îranê tune bû. Lê mixabin 4-5 kesên weke şahidên nû hatine nîşandan û tê îdiakirin li cihê bûyerê bûn, tevî sondxwarinê jî gotinên wan hev nagirin. Di heman demê de ne bersûc ne jî parêzerên wî li cihê bûyerê amade nebûn. 

Kesê dozê birêve dibe ne bê alî ye 

Li gorî min kesê dozê birêve dibe divê bêalî bûya lê mixabin ev doz di destê kesekê doz qet ne lêpirsiyayê de ye. Biryara Dadgeha Urmiyeyê ji du rûpelan pêk tê û yek ji wan rûpelan ji hêla Dadgeha Şoreşê ya Xoyê ve hatiye kopîkirin. Di rûpelê duyemîn de tê gotin ku bersûc heta dawiyê şer kiriye lê di rapora DMO’yê hatibû gotin ku Hatem bi tu awayî çek bi kar ne aniye. Ez pir bawerim ku heke doz hewaleyî daîreyeke cuda bê kirin û bi awayekî bêalî were nirxandin, dema rûpel bi rûpel hate xwendin wê ev îdianame neyê qebûlkirin. Di dozê de tiştek neguherî ye û parastin jî neguherî ne. Tekane tişta guherî, nakokiyên di îfadeyên şahidên nû de ne.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.