Cezayê gotina ‘Berxwedana Nisêbînê’ 7 sal in

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:40

Dadgeha Tirk bi hinceta gotinên wekî ‘’Berxwedana Nisêbînê’’ û ‘’Berxwedana Kobanê’’ 7 sal û nîv ceza li Zekî Kayar birî, ku Kayar ev 31 sal in girtî ye, li gel vê her wiha diyar bû ku ev du gotin jî ne di nivîsa Kayar de ne lê ji nivîseke dî hatine girtin.

Berdana Zekî Kayar ê 51 salî ku di sala 1993'yan de li Sertê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn, ji ber nivîsa di sala 2016'an de di Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîsandibû 6 salan hat taloqkirin. Kayar li dijî bêhiqûqiya ku li wî tê kirin, ji parêzvanên mafên mirovan û gel daxwaza piştgiriyê dike. 

Piştî ku mehkûmiyeta duyemîn a girtî Kayar di sala 2018'an de teqez bû, diviyabû di 23'yê Mijdara 2023'yan de bihat berdan, lê berdana wî wekî 5'ê Çileya 2025'an hat diyarkirin. Kayar di serê sala 2024'an de ji Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê ya Edeneyê hat kirin. Li wê derê ji bo heyama girtîbûnê ya ku dihat xwestin, mudetnameyeke nû ya girtîgehê jê re hat dayîn. Li gorî vê divê Kayar heta sala 2031’ê di girtîgehê de bimîne.

Wê serî li DMME’yê bide

Kayar serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Edeneyê da, lê îtiraza wî hat redkirin. Ji ber ku rêya serlêdanê ya Kayar temam bû, serî li Dadgeha Destûra BIngehîn û Dadgeha Bilind da. Ger ev her du dadgeh jî biryareke neyînî bidin wê wê serî li dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide. 

Ji nivîsên hine din peyv girtine

Peyvên di nivîsa Kayar de cih negirtine wekî wî nivîsandibin hatine nîşandan. Têgiha "berxwedan Sûrê" ku tê îdiakirin Kayar bi kar aniye, di nivîsa nivîskarekî di heman rûpelê de cih digire.  

Gotina ‘Berxwedana Nisêbînê’ ‘sûc’ e

Her wiha têgihên wekî "berxwedana Nisêbînê" û "berxwedana Kobanê" ku tê îdiakirin di nivîsa Kayar de cih digirin aîdî nivîseke din in. Di nivîsa Kayar de tenê hevoka "Kurdiya Nisêbînê û Kurdiya Kobanê..." cih digirtin. Ji ber her sê têgihên ku bi kar neaniye sal û nîvek ceza girt û înfaza wî 6 salan hat şewitandin û wê ji ber vê 7 sal û nîvê din jî zêde razê. 

MA/FIRAT CAN ASLAN/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.