Cezayê disîplînê li girtiyan birîn

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 01:45

Diyar bû ku Rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê bi hinceta ku stranên Kurdî gotine cezayê disîplînê li 31 girtiyên jin biriye. Li aliyê din li girtîyên li Girtîgeha Şakranê ji bo tehde û êşeknceya li ser girtiyan şermezar bikin agir berdane nivînên xwe û şewat derxistin. 

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê, berdana girtiyan bi girtename û lêpirsînên kêfî tên taloqkirin. Der barê 31 girtiyan de bi hinceta ku di pîrozbahiya azadiya Kobanê de kilamên Kurdî gotine, govend gerandine û dirûşme berz kirine, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn di 12'ê Tebaxê de bi dawî bû. Ji 31 girtiyan der barê 26 heban jê de mehek cezayê ragihandinê û li 5 heban jî mehek cezayê hevdîtinê hat birîn.  

Girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan hatine birîn ev in: “Zuhal Surucu, Mahsume Şedal, Figen Şahin, Melek Atan, Lemiya Asu, Azime Işik, Esma Başkale, Hasret Suzgun Kolkiran, Kubra Filiz, Ebru Guden, Mehtap Kiyar, Guler Bilen, Aynur Epli, Hediye Ozturk, Aygul Kapçak, Bahar Alkan Yildiz, Rozerin Kalkan, Hayriye Yagbasan, Şukran Ozer, Seher Orçu, Fatma Reşat Sido, Medine Orhan, Nuran Durak, Esmer Ayas, Gulten Akgun, Sayme Bayar, Makbule Sünger, Dilan Karakoç, Sinem Çelebi, Ebru Yigit, Berna Çelik.”

 Girtiyan îtiraz kir. Danişîna têkildarî îtirazê wê di 18'Ê Îlonê de li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Karşiyakayê bê lidarxistin. 

 Fikar heye xwîşka wî neyê berdan

Ji van girtiyan  yek jê Guler Bîlen e, ku 32 sal in girtî ye. Bîlen, di sala 1992'yan de li Edeneyê di 17 saliya xwe de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê li Bîlenê birî. Malbata Bîlenê ku li benda berdana wê ye, ji ber lêprisîna dîsîplînê bi fikar e. Hamît Bîlen, birayê Guler Bîlenê, bertek nîşanî da. 

 Divê em bertekê nîşan bidin

Bîlen destnîşan kir ku divê gel bi awayekî hevpar bertek nîşanî van bêhiqûqîtiyan bide û got: "Tecrîda li Îmraliyê didome. Li vir dixwazin bi awayekî giştî hêz gel bişîkînin. Heya niha tecrîd tim hat pêkanîn, lê bi ser neketin. Niha dibe ku berdana xwişka min 2 meh an jî 6 mehan bê taloqkirin. Li vir bar dikeve ser milê hemû Kurdan. Divê em bi giştî tev li vê têkoşînê bibin. Divê em tu carî pêkanînên wiha qebûl nekin." 

Şewata ku li Girtîgeha Metrîsê ya li Esenlerê bi şev derket hate vemirandin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’emîn a Metrîsê ya li navçeya Esenler a Stenbolê duh bi şev şewat derket.  

Hate diyarkirin girtiyên ku bertek nîşanî şertên nebaş ên girtîgehê dane nivîn şewitandine û di encama vê yekê de şewat derketiye. Gelek tîmên agirkujiyê yên sewqî girtîgehê hatin kirin, mudaxileyî şewatê kirin û şewat vemirandin.  

Navenda Têkoşîna bi Dezanformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê jî têklidarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Metrîsê ya li navçeya Esenler a Stenbolê girtiyekî nivînên xwe şewitandine. Girtî ji şewatê bi bandor bûne.”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.