Cezakirina Şêrwan Şêrwanî zilm e

Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 04:35

Navenda Metro û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê derbarê cezakirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî de got,  cezakirina Şêrwan Şêrwanî zilm e û ew ê li hemberî cezakirina rojnamevanan bêdeng nemînin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan û Navenda Metro li mala Sindî ya li Silêmaniyê li dijî biryara  birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî,doh  daxuyaniyek çapemeniyê dan. Destpêkê Serokê Liqa Sendîkayên Rojnamevanên Kurdistan a Silêmaniyê Karwan Enwer axivî û got: “Tevî ku li Herêma Kurdistanê ewqas dosyên êriş û qetilkirina rojnamevanan hene, lê heta niha tenê kesek li ser êrişkirina rojnamevanan hatiye girtin. Niha çima rojnmevan Şêrwan Şêrwanî tê cezakirin. Nabe rojnamevan wisan bi bêdengî rûnin, divê li ser asta navxwe û navdewletî bikevin nava tevgerê. Cezakirina Şêrwan Şêrwanî zilme, piştrast bin wê êdî rojnamevan bêdeng nemînin.”

Piştre Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed jî axivî û got: “Kesên ku di dema dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî de amade bûn, dibêjin ku belgeyên li ser Şêrwanî belgeyên ji berxwe de hatî çêkirin bûn. Ew tawanên ku hatibûn xistina ser ne rast bûn. Kes li bendê nebû ku cezayek wisa li Şêrwan were birîn. Dadgehê bi vê biryara xwe carek din nîşan da ku ti serweriya wê nine.”

ROJNEWS/SILÊMANî

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.