Ceza sist, alîkarî zêde dibe
Pêncşem 12 Gulan 2022 - 22:48
- Li gorî nûçeya Reutersê belav kirî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar daye ku cezayên ji ber qanûna Sezar/Qeyser ên li dijî Sûrî, li herêmên Rêveberiya Xweser sist bike.
Li gorî nûçeya Reutersê belav kirî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar daye ku cezayên ji ber qanûna Sezar/Qeyser ên li dijî Sûrî, li herêmên Rêveberiya Xweser sist bike. Heman nûçeya pêr hat belavkirin, wekî din dibêje, petrol wê nekeve ber vê sistkirina ambargoyê li deverên ne di destê rejêîma Esed de.
Alîkara Wezîrê Karê Derve ya DYE´yê Victoria Nuland li bajarê Fasê Marakeşê, di dema civîneke Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê de gotiye, ew ê destûrê bidin hin veberhênanên biyanî li herêmên rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Wê got, “DYE bi niyet e ku di nava çend rojên li pêşiya me de destpûreke giştî bide ji bo derfetê bide veberhînanên aborî yên taybet li deverên ji DAIŞ´ê hatine rizgarkirin ên Sûriyê.”
Reutersê mijar ji rayedarekî haydar pirsiye û wî jî gotiye, çandinî, avahîsazî dikevin ber vê destûrê lê karê hilberîn û firotina petrolê nakeve ber.
Herçî alîkariya DYE dide Rêveberiya Xweser ji bo şerê li dijî DAIŞ´ê ye par tenê 45 milêyon dollar bûye. Alîkara wezîr Victoria Nuland got, rêveberiya Biden dixwaze vê mîqdarê ji bo biîstîqrarkirina herêmê bike 350 milyon dollar.
NAVENDA NÛÇEYAN