- Elmanya dozên xwe yên siyasî li dijî Kurdên li Navendên Civaka Demokratîk çalak dewam dike. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê doh 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li siyasetvanê Kurd Mazhar Turan birrî.
Elmanya dozên xwe yên siyasî li dijî Kurdên li Navendên Civaka Demokratîk çalak dewam dike. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê doh 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li siyasetvanê Kurd Mazhar Turan birrî. Dadger got, Mazhar Turan mirovekî dostane û cidî bûye û malavahiya wî kir. Tevî ku got, ew ne kesekî terorîs e û sedemên çalakgeriya wî fêm dike jî, ji 3 sal û 8 mehîn dozgeriyê dixwest li Mazhar Turan bên birrîn, 2 sal û 6 meh birrîn.
Dadger qebûl kir ku kirinêîn Mazhar Turan bê şiudet û zorê bûne, lê tercîha wî ya têkoşînê, vî cezayî disepîne.
Doza li dijî Mustafa Çelik ê 43 salî jî li Hamburgê ji destpêka Tîrmehê ve dewam dike. Dozger li Dadgeha Bilind Eyaletê wî bi rêveberiya asta jor a PKK´ê tohmetbar dike. Lê gunehên dixin stûyê wî hemû qanûnî ne: beşdarioya xwepêşandanan, hevdîtinên bi siyasetvanên Die Linke re, û miqatebûna li ”çalakgereke PKK´ê”.
21´ê Tebaxê li bajarê Celleyê dozeke din li dijî çalakgerekî Kurd dest pê bike: Serkan U. ku bi rêveberiya PKK´ê tê gunehbarkirin.
Biryara ”terorîst” ne hiqûqî ye
Heger mirov berê xwe bide krîmînalîzekirina çalakgerên Tevgera Azadiyê li Elmanyayê, mirov dikare hesabê cezayên hepsê yên li derdora sê salan bike.
Ji ber ku meseleya ka bi rastî gelo PKK rêxistineke terorîst e yan na, bêyî biryareke hiqûqî bi biryara hikûmeta Elman hatiye diyarkirin, dadgeh tenê lê dinihêrin, ka ev kesên hanê di nava çerxa PKK´ê de karê xwe yê esasî dikin yan na!
Jixwe biryarên Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê û biryara Dadgeha Brukselê eşkere weke “terorîst“ bi navkirina PKK´ê pûç kiribûn. Ji ber ku biryar siyasî, mehkeme jî serê xwe bi vê pirsê naêşînin.
Dozê dide kontrol kirin
Parêzerên Mustafa Çelîk ji ber vê yekê miracaet kirin da ku doz li ser esasê Hiqûqa Navneteweyî ya Mafê Mirovan a Peymana Neteweyên Yekbûyî bê kontrolkirin. Ew dixwazin bê zelalkirin, ka şerê di navbera PKK´ê û deweleta Tirk de çiqasî şerekî rewa yê ”rizgariya neteweyî” ye li dijî rejîmeke mêhtinger.
Mustafa Çelîk li mahkemeyê ji dadger re got, sala 1996´an li dijî zilma dewleta Tirk ew tevlî nav refên PKK´ê bûye. Wî ji dadger re got, ”ez bawer nakim tu karibî fêm bikî, lê reşikekî ji Başûrê Efrîka wê sedemên min fê bike.”
Wekî din weke Ahmet bi navkirina xwe jî ew sererast dike û nîşan dide ka dezgehên Elman çiqasî kêm ji meseleya Kurdan û têkoşîna wan fêm dikin. Navê min ne Ahmet e, navê min Amed e”. Dozger ji bo vî navê wî yê Kurdî dibêje, navê kod.
FRANKFURT