- Bi hinceta ku heqaret li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derheqê Emîne Şenyaşar de doz hatibû vekirin.
Bi hinceta ku heqaret li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derheqê Emîne Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Di dozê de cezayê pere yê 265 rojên edlî li Şenyaşar hat birrîn.
Di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û dadgehkirin, dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 344 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin.
Di dema vê nobetê de, dewleta Tirk a dagirker, xwe betal nekir. Dozgerên wê bi îdîaya “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 6´an derheqê Emîne Şenyaşar de doz vekiribû. Emîne Şenyaşar di 2’yê Cotmeha 2020’an di danişîna sêyemîn a Fadil Şenyaşar de li ber Edliyeya Meletiyê gotibû: “Ev Halîl (Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz) kesekî faîzxwer û diz e. Bila li pey dizan û Halîl bikevin. Wê demê dê bibînin bê ka çend kes kuştine.” Derheqê vê axaftinê de jî doz hatibû vekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, cezayê pere yê yê 365 rojên edlî li Şenyaşar birrî. Ev ceza vir de û wê de hat kirin û di dawiyê de weke 265 rojên edlî hat diyarkirin. Dadgehê, înfaza ceza taloq kir.
KKP çû serdana Şenyaşaran
Emîne û Ferît Şenyaşar doh gava li hewşa edliyeyê nobet digirtin, Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nusrettin Maçin û rêveberên HDP'ê çûn serdana wan.
Sinan Çiftyurek di dema serdanê de got, “Dayikek, malbatek bi mehan e nobeta edaletê digire. Serhildana wan serhildana gelê me ye. Em piştigiriyê didin nobeta malbatê ku wê 20 rojên din sala wê biqede. Em kesên li dijî vê komkujiyê çavên xwe digirin û xwe kerr dikin, şermezar dikin. Dengê dayika Emîneyê li cîhanê hemûyî belav bû. Lê negihîşt edliyeya Rihayê. Ev êşa gelê me hemûyî ye. Em bang li herkesî dikin; Deng bidin Emîneyê."
ENQERA/RIHA