Ceza li derhênerên ‘Bakur’ birrîn

Şemî 16 Kanûn 2023 - 00:17

Ji ber “propagandaya rêxistinê” kiriye, doz li derhênerên belgefilmê “Bakur” Ertugrul Mavioglu û Çayan Demirel hatibû vekirin. Û ev çenda sal in ku ev doz didome. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kirine, salek cezayê hepsê li her yekî ji derhêneran birrî.

Rûniştina 7’an ya dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê ya 2’yan bi rê ve çû. Çayan Demîrel û parêzera wî Meral Hanbayat Yeşîl ji Stenbolê bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn, Serokê Baroya Elîhê Parêzer Erkan Şenses li hola dadgehê amade bû.

Di rûniştina berê de dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine, xwestibû ceza li derhêneran bê birrîn.

Parêzer Meral Hanbayat Yeşîl diyar kir ku belgefilma ku behsa wê tê kirin xizmeta aştiyê dike ne xizmeta şer û bal bire ser pêvajoya aştiyê û ev doz bi salan e bi raporeke ku ji aliyê polês ve hatiye nivîsandin, didome.

Serokê Baroya Elîhê Erkan Şenses jî got, “Li vir behsa ti propagandayê nayê kirin. Li vir divê em li biryarên ku DMME´yê dane, binêrin. Çima çêkirina vî belgefilmî di dema pêvajoya aştiyê de weke teşwîqkirina şer were dîtin? Ev belgefilmek e ku di çarçoveya azadiya derbirîna hunerî de hatiye çêkirin. Em daxwaz dikin ku qanûnên navxweyî pêk werin û muwekîlê me beraet bikin.”

Piştî parastinan heyeta dadgehê, piştî navbereke kurt biryara xwe eşkere kir. Heyetê bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine” 2 sal cezayê girtîgehê li Mavîoglû û Demîrel birrî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.