Ceza li 4 mamostayên Kurd birrîn

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:07

Li gorî Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê di 31’ê Hezîrana îsal de li Dadgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, runiştina doza 4 mamostayên Kurd ên bi navê Aram Qadirî, Aram Mihemedî, Tehsîn Mistefa û Seywan Silêmanî hate lidarxistin. Hate diyarkirin ku ji bo her yek ji mamostayan 4 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Her wiha hate ragihandin ku mamostayên ku hatine cezakirin endamên Encûmena Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistanê-Merîwanê ne. Herî dawî hate eşkerekirin ku ev mamosta bi îdîaya ‘propagandaya dijî hikûmetê’ hatine cezakirin. Hêjayî gotinêye ku mamosta Aram Qadir û Tehsîn Mistefa sala borî ji ber beşdarî çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibûn, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Perwerde û Fêrkirinê ya Parêzgeha Kurdistaniyan ve ji lîsteya ‘yasaya sîstema pilebilindkirina mamostayan’ hatin derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.