Derket holê ku hevdîtina malbatan a bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatiye qedexekirin. Parêzer Rezan Sarica, bilêv kir ku pêkanîna heyî careke din pergala tecrîdê ya Îmraliyê nîşan daye. 

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîd Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome û bi vê re jî her diçe tecrîda li Îmraliyê giran dibe. Ji 15'ê Adara 2015'an heya niha tenê di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'yê Adara 2020'an de hevdîtina malbatan pêk hat. Hevdîtina dawî piştî şewata li Îmraliyê di 2'yê Adarê de pêk hatibû. 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, diyar kir ku ew nizanin sedemê ceza danê çiye.

Berpirs hukûmet e

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TÛHAY-DER) Ahmet Ertaş, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. 

Ertaş, anî ziman ku tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê û xwest rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Ertaş bang li hikûmetê kir û got: "Berî ku li girtîgehan encamine giran rû bidin, dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin. Polîtîkayên li girtîgehan pêk tên dijî mafên mirovan e. Heger ji ber grevên birçîbûnê tiştekî nebaş biqewime berpirsiyar hikûmet û dewlet e. Gel jî divê bibe dengê girtiyan." 

Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir 

Heyeta Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), 8ʼê Kanûnê bi Wezîrê Dadê yê dewleta Tirk Abdulhamît Gul re li cihê wî hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê ÎHD’ê yê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban û Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsê (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen cih girtin. Di hevdîtinê de ÎHD’ê der barê “Plana Çalakiyên Mafê Mirovan” û “Belgeya Stratejî ya Reforma Dadê” de, nêrînên xwe parve kirin.

Di rojeva hevdîtinê de ku li çapemeniyê girtî pêk hat, guhertina qanûna înfazê, lêpirsînên der barê parazvanên mafê mirovan de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan dewam dike, hebûn.

NAVENDA NÛÇEYAN