• Hat zanîn ku Tirkiyeyê qederê 5 hezar çeteyên ji Sûriyê, birine Başûrê Kurdistanê.

Hat zanîn ku Tirkiyeyê qederê 5 hezar çeteyên ji Sûriyê, birine Başûrê Kurdistanê.

Dewleta Tirk bi hevkariya qismekî ji PDK´ê binemala Barzanî, di 17'ê Nîsanê de li dijî Başûrê Kurdistanê, nexasim herêmên Zê (Zap), Metîna û Avaşînê, êrişa dagirkeriyê dabû destpêkirin. Hat zanîn ku Tirkiye ji bo ku di êrişên xwe de bi kar bîne bi hezaran çeteyên ji Sûriyê veguheztine Başûrê Kurdistanê. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, niha ev hêza çete li baregeheke Hêzên Zerevanî yên PDK´ê hatine bicihkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN