Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Yaşar Guler sê roj in ku li Kurdistan û Iraqê ne. Bi hatina wan re çeteyên wan ên li Kerkûkê jî ketin nava liv û tevgerê. Hewl dan xwe nîşan bidin. 

Plan hebû ku Hûlûsî Akar di 13’ê Tebaxa 2020’an de serdana Iraqê bike, lê ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê ya li ser Iraqê du efserên payebilind ên hêzên parastina sînor hatibûn kuştin, lewre Iraqê serdana Akar betal kir û amade nebû ku pêşwaziya wî bike.

Ya balkêş ew e ku pêr û doh di dema hatina Akar a Iraqê de, çeteyên dewleta Tirk ên ku berê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatine perwerdekirin û li Kerkûkê hatine bi cihkirin dest bi liv û tevger û tetbîqatên leşkerî kirin. Her wiha bi serkêşiya Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî hêzên xwe nîşan didin û şêwazek ya tetbîqatê leşkerî pêk tînin.

Çeteyên Tirkiyeyê ku piraniya wan berê li Tirkiyeyê perwerdeya fikrî û leşkerî dîtine, niha li herêma Taze û navçeya Daqûq a li Başûrê Kerkûkê û navçeya Tilafer hatine bi cihkirin. Li gorî wan her yek ji parêzgehên Mûsil û Kerkûk beşek ji xaka Tirkiyeyê ye û ji aliyê leşkerî ve dixebitin ku wan cihan bixin bin desthilatiya xwe.

Liv û tevgera çeteyên Tirkiyeyê yên li Kerkûkê di demekê de ye ku piştî 16’ê Cotmeha 2017’an artêşa Iraqê rê nade tu hêzeke Kurdî derbasî nava bajêr bibe. Di bin navê pêkanîna yasayê de hemû hêzên Kurdî ji wî bajarê dûr xistine, lê çeteyên Tirkiyeyê bi awayekî serbest tetbîqatên leşkerî dikin û bi destê xwe nîşaneya neteweperestên Tirk dikin.
Erşed Salih jî di parlementa Iraqê de hem serokê Lijneya Mafê Mirovan ya li Parlamentoya Iraqê ye û hem serokê Eniya Tirkmen e.

NAVENDA NÛÇEYAN