Artêşa Tirk a dagirker tevî êrişên leşkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê, daristanên gundên Zaxo’yê ji kokê ve hil dike, derbasî Tirkiyeyê dike û difiroşe. Artêşa Tirk a dagirker a heman tiştî Efrînê dike, niha li Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtiye, artêşa Tirk a dagirker bi navê çêkirina rêyên eskerî li hinek herêm û gundan daran ji kokê ve hil dike û jîngehê tarûmar dike.
Çavkaniyek ji herêmê radigihîne, çeteyê bi navê Cafer Benek li Zaxoyê pêşengiyê ji dewleta Tirk re dike. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtiye artêşa Tirk rê birine gundê Keşanê û derdora wê. Rêyek din jî li aliyê Geliyê Pisaxa çêdikin, heya gundê Bilehê, ji wir Kaniya Gûzê zomên Bişar Axa, ji jor de jî birine gundê Elaniş, Siyara Gewrik, beramber gundê Şeranişa Xirîstiyanan û ji wir jî birine Xantûrê. Her cihê ku rê çêdikin, di bin navê rêçêkirinê de çi bi dozeran dibe, çi jî bi motora daran dibe, hemû daristanên herêmê jê dikin, an jî ji kokê de hil dikin.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku darên hil dikin derbasî Tirkiyeyê dikin û difiroşin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tiştên niha dewleta Tirk li Heftanînê dike, beriya wê li Efrînê jî pêkaniye û hîn jî pêktîne. Li gel dagirkeriya leşkerî, jîngeha herêmê jî bi zanabûn qir dikin. Hem darên zeytûnan ji kokê de jê dikin, hem jî zeyt û zeytûnên ji Efrînê kom dikin, derbasî bazara cîhanî dikin û ji bo xwe difiroşin.

ROJNEWS/ZAXO