Çeperên dagirkeran hatin derb kirin
Çarşem 8 Mijdar 2023 - 00:05
Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk ku bêçare maye, bi piştgiriya PDK'ê hewl dide kepçeyan bîne ser çeperên me û hilweşîne. Hêzên me bi îradeyeke mezin û ruhê fedaî li dijî dagirkeran û kepçeyan gelek çalakî kirin, derb lê xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hate kuştin, 2 droneyên bombebarkirî û kamerayeke mobesse hatin tine kirin, derb li 10 çeperan hate xistin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl
5'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk dest li helîkopteran hate werdan. Di encamê de helîkopter neçar man ji qadê biçin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî, li hewayê tevî teqemeniyên li ser hate tine kirin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî ku ji bo bombeyan li çeperên me bibarîne digeriya, li hewayê tevî teqemeniyên li ser hate tinekirin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
5'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk derb li 6 çeperan hate xistin.
5'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 6 caran bi çekên giran dest li kepçeyan hate werdan ku bi piştgiriya PDK'ê ji bo hilweşandina çeperên me hatibûn anîn. Liv û tevgera kepçeyan bi vî rengî hate rawestandin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, bi çekên giran derb li 2 çeperan hate xistin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker
6'ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyeke bombebakirî hatin bombekirin.
6'ê Mijdarê li herêma Zê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
6'ê Mijdarê herêmên Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.
Herêmên Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."
BEHDÎNAN