• Mem Artemêt, “Ez wek şahidekî serdema xwe dixwazim rîtma jiyanê biqefêlim û her wiha geometriya di nav jiyanê de jî pirr bala min dikêşe. Bi wêneyên xwe dixwazim wênehezan jî bikim şirîkê serdema xwe û van serpêhatiyên xwe bi wan re parve dikim.”

ARDÎN DÎREN

Mem Artemêt di sala 1993’yan de hatiye dinê. Ew ji Artemêta Wanê ye. Li Zanîngeha Bîngolê lîsansa Kurdî qedandiye ango ew mamosteyê zimanê Kurdî ye. Piştî lîsansê wî lîsansa bilind jî xwendiye û bi teza xwe ya “Îmajên helbesta Fêrîkê Ûsiv” mezûn bûye. 

Lê niha ji mamostetiyê bêhtir ew bi karê wênegiriyê re mijûl e û ji bo wênegiriyê rêyên dûr çûye. Çadir û çenteyê wî tim li pişta wî û wênegira xwe jî ti carî ji ber dilê xwe veneqetandiye. Bi gotina Artemêtî wî “heyateke seyar” ji xwe re hilbijartiye û di herka heyatê de herikiye ber bi kêliyên demê ve. Mem Artemêt bi otostopê ji Bakur dest pê dike. Artemêt, weke wênegirekî seyar, kon, termos û makîneya xwe dide pişta xwe û bi otostopê dikeve rê. Ji Îran, Ermenistan, Azerbeycan, Gurcistan, Rojhilat, Rojava û heta Başûr digere. Bi dehan bajarên Kurdistanê digere û kêliyên di nav jiyanê de diherikin zeft dike û arşîveke bêhempa kom dike.

Wî niha jî biryar daye ku van wêneyên xwe bi pêşangeha “Herka Heyatê” nîşanê xelkê bide û xelkê jî bi xwe derxe rêwîtiyekê. Min jî silavekê da pêşangeha Artemêtî û ez û wî derketin rêwîtiyekê. Di vê rêwîtiyê de Artemêt behsa ger û geşta xwe ya Kurdistanê kir. Ji xwe xerîte, çadir û termosê wî yên di pêşangehê de tên nîşandan jî şahidiya van kêliyan dikin û pêşangeha wî bi manetir dikin. Serpêhatî û rêwîtiya wî ya ji bo mohrkirina van kêliyên xweşik çêtir tê fêhmkirin.

‘Diherike heyat...’

Destpêkê min navê pêşangehê jê pirsî û got “Herka heyatê” ji ku tê û wî jî wiha bersivand, “Dema yek ji min dipirsî, ‘Çewa diçe heyat’ min jî ji wan re digot, ‘herka heyatê, diherike heyat’. Piştî demekê ev gotin di nav hevalan de bû mottoyek ango sloganek. Berê vê peyvê jî me gotine ‘heyateke seyar’ bikardianî. Ev nav pirr li xweşa min çûn û bikartînim ji lewre her tim herkeke heyatê heye. Vê gava ku ez û tu diaxivin jî heyat diherike û li derve hin tişt diqewimin ev tişt bala min dikêşin. Her wiha me dît ku gelek kesan jî ji vî navî hez kir, ji ber ku ev peyv ji nav jiyanê hatine hilbijartin.”

‘Wênegiriya bi deyndarî’

Artemêt dibêje ku dema ew di rêyekê de dimeşe tim li fotgrafekî digere û difikire. Artemêt dibêje ku ji xwe ev fotograf di jiyanê de hene lê ew careke din ji nûve wan kêliyan digire û wiha pê de diçe, “Rêwitiya min ya wênegiriyê di sala 2010’an de dest pê kir. Dema min destpê kir, makîneyeke min tine bû û min ji hin hevalên xwe makîne bi emanet girtibû. Yanî min jê bi deyn girt. Serpêhatiya min wiha dest pê dike. Piştî demekê ez bûm xwedî makîneyekê û min gelek wêne girtin heta niha di destê min de arşîveke baş ya wêneyan heye. Ez wek şahidekî serdema xwe dixwazim rîtma jiyanê biqefêlim û her wiha geometriya di nav jiyanê de jî pirr bala min dikêşe. Bi wêneyên xwe dixwazim wênehezan jî bikim şirîkê serdema xwe û van serpêhatiyên xwe bi wan re parve dikim.”

‘Nikarim di ciyê xwe de bisekinim’

Artemêtî di vê herka heyatê ya wênegiriyê de di bin tesîra wênegirên dinyayê yên weke Sebastiao Salgado, Robert Capa û Dorothea Lange de maye. Wî nexasim ji ji wêneyê “Migrant Mother” yê Dorothea Lange pirr hez kiriye. Artemêtî dibêje, “Gelek wêneyên bi vî rengî dihêlin ku ez herim wêneyên nû bigirim. Dema wêneyên wisa dibînim nikarim di ciyê xwe de bisekinim.”

Artemêt herî dawî mizgîniyeke din jî da û got, ew hewl dide ku kovareke fotografan ya bi navê “Sûret-graf” derbixin. Kesên ku meyla wan li ser fotografiyê ye û dixwazin li ser wêneyan binivisînin dikarin ji suretgraff@gmail.com re binivisînin.

Pêşangeha wênegirê ciwan ya Mem Artêmet 12’yê vê mehê li Merkezkaç Kolektif Mekân a li Ofîsa Amedê vebû. Pêşangeh heta 27’ê Sibatê dewam dike.