Cenazeyên şehîdan bide malbatan

Yekşem 31 Cotmeh 2021 - 23:20

  • Çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê di roja 28’an de didome. 

Çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê di roja 28’an de didome. Endamên PYD’ê doh tev li çalakiyê bûn û bang kirin li rayedarên PDK´ê da ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî bidin malbatên wan. 

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina bêdengiya PDK´ê ya li hemberî radestkirina cenazeyên şehîdan, tev li çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê bûn.

Gelek pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, Nivîsgeha Kar û Barên Olî û rêxistinên hiqûqî tev li çalakiyê bûn û bang li PDK´ê kirin da ku cenazeyên şehîdan bide malbatên wan. Wan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re jî şermezar kir.

Îro jî komîteyên aborî yên kantona Qamişloyê wê tev li çalakiyê bibin.

DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.