Cenazeyên leşkerên xwe parçe kirin

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • Di çalakiyên bi ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê yên nû de  Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 32 dagirker kuştin, 2 dagirker birîndar kirin û derb li 2 helîkopter û dronekê xistin.

Di çalakiyên bi ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê yên nû de  Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 32 dagirker kuştin, 2 dagirker birîndar kirin û derb li 2 helîkopter û dronekê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tîmên me yên gerok di çalakiyan de 32 dagirker ceza kirin, 2 dagirker birîndar kirin, derb li 2 helîkopter û dronekê xistin. Artêşa Tirk a dagirker a ku sûcê şer dike, 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 6 caran balefirên şer, bi dehan caran jî bi helîkopterên êrişê û obusan Qadên Berxwedanê bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li Zê (Zapê)

Di 7’ê Tîrmehê saet 10.35’an û 11.10’an de dema dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Umîd bûn, tîmên me yên YJA Starê bi sekvaniyê 2 caran li dagirkeran da û 2 dagirker ceza kirin.

Di 7’ê Tîrmehê saet navbera 12.30 û 17.00’an de dagirkeran hewl da bikevin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kokerê. Hêzên me bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran da. Dagirker neçar vekişiyan.

Di 7’ê Tîrmehê saet di 17.00’an de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê derb li dronekê da.

Di 8’ê Tîrmehê de saet di 05.50’an de tîmên me yên gerok bi çalakiyeke koordînekirî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê xist. Hêzên me bi çekên giran û ferdî li dagirkeran da, 2 dagirker ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Li Metînayê

Di 5 û 6’ê Tîrmehê de li Sêdarê ya Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, hêzên me 12 caran bi sabotajê li dagirkeran da û li vir herî kêm 12 dagirker hatin cezakirin.

Di 7’ê Tîrmehê saet 03.15 û 19.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me yên YJA-Starê du caran bi sekvaniyê li dagirkeran da û 2 dagirker ceza kirin.

7’ê Tîrmehê, nîvrojê, dema ku dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, hêzên me sê caran bi sabotajê li dagirkeran da û 7 dagirker ceza kirin. Dagirkeran derb xwar, êvarî bi helîkopterê kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistin.

Di 7’ê Tîrmehê de piştî ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin bin kontrolê, hêzên me saet di 10.20’an de 3 caran bi sabotajê li wan xist û 6 dagirker ceza kirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşkar, obus û 10 caran bi balafirên şer qada çalakiyê ya ku cenazeyên leşkeran lê bûn, bomberdûman kir, artêşa Tirk a dagirker xwest bi temamî cenazeyên xwe tine bike. Cenazeyên parçebûyî ji aliyê dagirkeran ve li deverê hatin hiştin.

Di 7’ê Tîrmehê saet 16:50’î de hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê yê Girê Cûdî da û dagirkerek ceza kir.

Di 7’ê Tîrmehê de helîkopterên Skorsky xwestin li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê leşker bi cih bikin, hêzên me derbên bi bandor li 2 helîkopteran xistin û ew helîkopter neçar ji herêmê derketin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.