Cenazeyên du welatiyan hatin dîtin

Şemî 15 Nîsan 2023 - 03:14

Cenazeyê 2 welatiyên li Şêladizê ji bo çinîna giya û pincaran çûbûn çiyê, hatin dîtin.

Di 3’yê Nîsana 2023’yan welatiyên bi navê Ehmed Hesen (35) ê ji gundê Sîte û Arif Umer (40) ê ji gundê Şabye yên ser bi Şêladizê, ji bo çinîna giyayên biharê berê xwe dabûn çiyayê Dawidkê. Ji wê rojê ve aqûbeta her du welatiyan nediyar bû.

Doh cenazeyên her du welatiyan, li nêzî gundê Erdêl ê Şêladizê hatin dîtin.

Tê gotin gelek caran balafirên dewleta Tirk a dagirker heman herêm bombebaran kirine.

Heya niha nayê zanîn bê ka her du welatî bûne hedefa êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker yan na.

Derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Li gorî agahiyên piştrastnekirî, her du welatê di bombebarana hêzên dagirker ên Tirk de şehîd bûne.

ROJNEWS/DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.