Cenazeyê Rasho şandin Şengalê

Şemî 14 Tebax 2021 - 04:18

Cenazeyê jina ciwan, Baran Hesen Reşo ya ku 6'ê Tebaxê li navçeya Mêrdînê Mîdyadê ya Mêrdînê bi destê Serkan O. hate qetilkirin, şandin Şengalê. 

Baran Hesen Reşo 6'ê Tebaxê li taxa Ebşî ya navçeya Mîdyadê ji aliyê Serkan O. ve hatibû qetilkirin.

Malbata Reşo ya ji Ewrûpayê, ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê cenazeyê wê wergirt. Bav Hesen Reşo Elî li Mîdyadê destpêkê giliyê qatil kir.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê, Feleknas Ûca, endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Mêrdînê û Tevgera Jinê ya Azad li pêşiya morgê malbat pêşwazî kirin.

Bav Hesen Reşo Elî got, sala 2014'an ew neçar man ji zilma DAIŞ'ê birevin, lê heman zêhniyet, li cihê ku wan xwe lê girt derketiye hemberî wan.

Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî xwest daxuyaniyekê bide, lê polêsan ew asteng kir. Di dema nîqaşê de jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" got. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî anî ziman ku Reşo ya ji komkujiya DAIŞ'ê reviya, li welatê ku xwe lê girt ji aliyê heman zêhniyetê ve hate qetilkirin. Cenazeyê Reşo piştre şandin Şengalê.

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.