Cenazeyê Leyla Amed hat veşartin

Sêşem 23 Gulan 2023 - 15:09

Gerîlaya YJA-Starê Leyla Amed (Hamiyet Yalçinkaya) di 11’ê Adarê de li herêma Besta ya Şirnexê, di şer de şehîd bûbû.

Cenazeyê Leyla Amed piştre li navenda bajêr li goristana bêkesan hatibû veşartin.

Malbatê ji bo cenaze nimûneya DNA’yê dabû. Piştî ku nimûneyên DNA’yê wekî hev derketin, cenazeyê Yalçinkaya hate wergirtin.

Leşkeran dor goristanê girt

Malbatê 22’ê Gulanê, cenazeyê Yalçinkaya ji goristana bêkesan wergirt û ber bi navçeya Bismilê ya ser bi Amedê ve bir.

Malbatê cenaze bire goristana li Taxa Seyrantepeyê. Gora ku berê hatibû kolan ji aliyê polêsan dewleta Tirk ve hate girtin.

Piştî vê miameleya dijmirovî, polêsan hincet nîşan da ku qeyda Yalçinkaya li Taxa Tepecîk a navenda navçeya Bismilê ye.

Malbatê cenazeyê gerîlaya YJA Starê bire gundê ku lê ji dayik bûye. Lê vê carê jî leşkerên dewleta Tikr a dagirker dor li Taxa Tepecîkê û goristanê girt.

Leşkeran li ber deriyê goristanê kontrola nasnameyan kir. Cenaze di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.

Di merasîma cenaze de xizmên gerîla Leyla Amed û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe yên li Deşta Mezopotamyayê winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) amade bûn.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.