Cenazeyê kurê wê 27 rojan li erdê ma

În 13 Kanûn 2024 - 02:10

Gurbet Mete ya ku di qedexeya Silopiyayê de kurê wê yê 9 salî Mehmet Mete û kurê tiyê xwe Aydin Mete yê 16 salî û di qedexeya Cizîrê de jî birayê xwe yê 20 salî Şukru Coşkun jiyana xwe ji dest dan, got:"Cenazeyê kurê min 27 rojan li erdê ma."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel îlankirina "Xwerêveberiyê", di 14'ê Kanûna 2016'an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Bi ragihandina qedexeyê re taxên Başak, Cûdî, Nûh û Ş. Harûn ji hêla leşker û tîmên taybet ên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser girên navçeyê polîs û leşkerên sekvan hatin bicihkirin. Di van taxan de pêvçûnên dijwar qewimîn. Di pêvçûnan de di nav de zarok, pitik, kal û ciwan jî heyîn bi giştî 29 kes di encama gulebaranên hêzên dewletê de hatin qetilkirin. 

Piştî qedexeyan dozên ku ji aliyê malbatên kesên hatin qetilkirin ve hatin vekirin jî bê encam man. Tevî ku 10 sal di ser qedexeyan re derbas bûye jî, birîn hê nû ne. Yek ji wan kesên ku birînên wî nehatine dermankirin jî dayika Gurbet Mete ye. Di dema qedexeya derketina derve de kurê wê Mehmet Mete yê 9 salî, birayê wê Şukru Coşkun ê 20 salî û kurê tiyê wê Aydin Mete yê 16 salî hatin qetilkirin. Gurbet Mete ya ku cenazeyê kurê wê 27 rojan di mizgeftê de hate hiştin û nehiştin ku defin bikin, behsa wan rojan kir. 

Kurê min 9 salî bû 

Gurbet Mete, diyar kir ku dewletê wê demê zilm û zordarî li wan kir û got ku ew ê wan rojan ji bîr nekin. Gurbet Mete, anî ziman ku kurê wê dema di odeyê de hedef hate girtin û qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Di 14'ê Kanûna 2016'an de li navçeya me qedexeya derketina derve hate ragihandin. Piştî ku qedexe hate îlankirin me got em ê biçin bajarokê Gite. Lêbelê kurê min Mehmet nexwest ku em biçin. Ji ber daxwaza wî em jî li Silopiyayê man û em li mala tiyê min man. Li wir di roja 7'an de kurê min Mehmet hate qetilkirin. Kurê min zarokeke 9 salî bû. Dema ku hatiye kuştin em bi telefonê li dewletê geriyan lê ambulans bi me ve neşandin. Got in, 'hûn ê cenazeyî heta cihekî bînin piştr em ê bigirin, lê hûn bên kuştin jî berpirsyar ne em in.' Piştre cenazeyê wî birin mizgeftê." 

Cenazeyê kurê wê 27 rojan li erdê ma

Gurbet Mete, bi lêv kir ku cenazeyê kurê wê 27 rojan li erdê ma û wiha domand: “Cenazeyê wî 16 rojan li wê derê ma. Dewletê nehişt ku em cenaze bistînin em jî ji ber ku rewş giran bû em çûn Gite. Piştî ku 11 roj derbas bûn dewlet li me geriya û got,'werin cenazeyê xwe em ê bidin we, heke ku hûn neyên em ê cenazeyê we veşêrin û em nîşanî we nadin.' Cenazeyê kurê min 27 rojan li erdê ma. Piştre li me geriyan û em hatin me cenaze defin kir. Tirbeyên me jî dewletê kolandin. Mehmet 9 salî bû, tirbeya 20 saliyan kolandibûn. Bi Mehmet re kurê tiyê min Aydin jî hatibû kuştin. Me herdû bi hevre definkirin.”

Nehiştin em li ser cenazeyê xwe bigirîn

Bi domdarî Gurbet Mete anî ziman ku hê ku şîna kurê xwe de bû vê carê jî xebera ku birayê wê jî li Cizîrê hatiye qetilkirin girtiye û wiha got: “Piştî ku 9 roj li ser kuştina kurê min derbas bû, li Cizîrê birayê min Şukrî jî hat qetilkirin. Dewletê cenazeyê wî jî bir li Şirnexê defin kir. Piştre me weke malbat cenazeyê wî anî li Cizîrê defin kir. Ev zilm anîn serê me. Tiştek nema bû ku li me nekirin. Kurê me kuştin, birayên me kuştin. Me cenazeyê wî nedît, dewletê nehişt ku em cenazeyê wî bibînin. Heta ku nehiştin ku em li ser cenazeyê xwe bigirîn." 

Em kurdbûna xwe bernadin

Gurbet Mete got ku ew ê li dijî zilmê têkoşîna edaletê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Sedsalên din jî derbas bibin em ê jibîr nekin û dev ji doza xwe bernadin. Heta ku dilopek xwînê di laşê me de hebe em ê li pey doza xwe bin. Xwedê em kurd dane û em ê kurd jî bimînin. Em kurdbûna xwe bernadin.” 

MA / ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.