Cenazeyê gerîla piştî pênc mehan dane malbatê 

Çarşem 24 Sibat 2021 - 00:35

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Idrîs Ince ku li Skenderûnê di şer de şehîd bûbû, piştî pênc mehan dane malbatê. 

Gerîla Idrîc Ince (Zinar Tetwan), bi gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr (Harûn Firat) re 26'ê Cotmehê li navçeya Skenderûnê ya Hatayê çalakiyek kiribû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Kanûna bihurî gotibû, ''Di van çalakiyan de li Peyas a Hatayê û li Skenderûnê, hevrêyên me Harûn û Zinar ku bi lehengî li dijî dijminên mêhtinger şer kirin, şehîd bûne.''

Malbata gerîla Ince beriya bi pênc mehan ji bo ku cenazeyê wergire, miracaet kiribû, û Saziya Tiba Edlî ya Edene mînaka DNA'yê ji malbatê standibû.

Piştî ku encam eşkere bûn, malbatê dîsa miracaetî Saziya Tiba Edlî kir. Malbatê tesbît kiribû, li gel ku bedana zaroyê wan yekpare jî bûye, çavê zarokê wan ne di cihê xwe de bûne.

Malbatê piştî 5 mehan cenaze wergirt, ber bi navçeya Sultanbeyî ya Stenbolê bi rê ket.

HATAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.