• Kurê şehîd Serdem Cûdî bang li partî û parlamana Başûrê Kurdistanê kir da ku bêdeng nebin, û sînorekî ji xeta xiyanetê ya PDK`ê ya li dijî gelê Kurd re deynin. 

Kurê şehîd Serdem Cûdî bang li partî û parlamana Başûrê Kurdistanê kir da ku bêdeng nebin, û sînorekî ji xeta xiyanetê ya PDK`ê ya li dijî gelê Kurd re deynin. 

Li ber dergehê Sêmalka yê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê çalakiya konvedanê ji 5`ê Cotmehê ve ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve tê organîzekirin.

Xwepêşandêr xiyaneta PDK`ê wek hedefgirtina yekitiya Kurdan bi nav dikin.

Doh di roja 34`an de, şandeyeke Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê serdana konê çalakiyê kir. Li wê derê, kurê şehîd Serdem Cûdî, Yûsif Remedan axivî û got, heta ku bersiva daxwazên wan bê dayîn, ew ê çalakiya xwe bidomînin: “Ji mafê malbatên şehîdan e ku şehîdên xwe li nêzî xwe veşêrin.”

Li gorî daxuyaniya HPG`ê, di 28-29`ê Tebaxa bihurî de hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê kemînek danî pêş yekîneyeke gerîla ya ji 7 kesan û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn. Di nava wan de şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî jî hene. Gerîlayek bi birîndarî dîl hate girtin, gerîlayekî jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

ANHA/QAMIŞLO