- Alim, oldar û nûnerên rêxistinên baweriyan ên Rojavayê Kurdistanê bang li PDK´ê kirin da ku cenazeyên şehîdan êdî bide malbatan, da ku ew li cem hevrêyên xwe bên veşartin.
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan, Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan serdana çalakiya li deriyê Sêmalkayê kir û wan bang li PDK'ê kir da ku cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan bike.
Li Deriyê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne, dewam dike. Doh şandeyeke ji Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan û Nivîsgha Karûbarên Ol û Baweriyan û malbatên şehîdan çû serdana çalakiyê.
Alimên dînî û nûnerên saziyan li vir axivîn û îşaret bi nirxên şehadetê kirin.
Paşê endamê Meclisa Oldaran a Serêkaniyê, Heysem Xelîl daxuyaniyek xwend û xîtabî PDK'ê kir.
Malbatan bes biêşînin
Di peyama li ser navê nûnerên saziyan de alimên dînî û nûnerên saziyên baweriyan got: "Ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo gelê Kurd ê berxwedêr ê li Başûrê Kurdistanê; bi navê oldar, mirovahî, ruhê neteweyî em bang li we dikin ku hûn cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin da ku li goristana şehîdan li kêleka hevalên xwe yên ku ji bo azadiya Kurdan û Kurdistanê têkoşiyan, werin veşartin.
Hûn jî êş û xemgîniya malbatên van şehîdan ji roja şehadetê ve û heta niha dizanin, wê xemgîn bin heta ku cenazeyên zarokên xwe yên pîroz wergirin.
Bizanin, dijminan hemû rêbazên nerewa bi kar tîne da ku fitne û nakokiyan di navbera gelekî de derxîne, welatê me dabeşî çar parçeyan kirin û hebûna wê û mafên wê ku xweda daye, înkar dikin.
Çeka herî xeter a ku dijmin sûdê jê digire, nakokî ne. Heger gelê têkoşer bibe yek wê dijmin nikaribe îrade û rêveberiya wê têk bibe. Divê hemû ji bo razîkirina xwedê û gelê mezlûm û berxwedêr kar bikin. Careke din em bang dikin da ku cenazeyan bi karwanekî bi heybet radestî malbatên wan bikin."
PDK´ê ew şehîd kirin
Piştî ku ji komeke ji 7 kesan a gerîla ya ku ji dawiya Tebaxê ve xeber jê nedihat girtin, gerîlayek bi birîndarî gihişt hevrêyên xwe HPG´ê da zanîn ku şeva 28´ê Tebaxê qulibî 29´ê Tebaxê, PDK´ê êrişî vê komê kiriye. Li gorî daxuyaniya HPG´ê PDK´ê kemîn daniye, û gava ku koma gerîla hewl daye li devera Xelîfan a li Metînayê ji çemê Zê bibihure, hêzên PDK´ê êrişî wan kiriye. Di bûyerê de 5 gerîla di cih de şehîd bûne. Gerîlayekî din jî birîndar bûye, lê bi aqûbeta wî nayê zanîn. Li gorî gerîlayê birîndar xwe gihand cem hevalên xwe, dibe ku gerîlayê birîndar hatibe înfazkirin.
Gerîlayên ku di êrişê de şehîd bûn ev in:
- Tolhildan Raman (Nesrîn Temir) a li Tirbespiyê ji dayik bûye, keça Eyşana û Mihemed Şerîf
- Şoreş Mardin (Hakim Acar) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Delal û Huseyin
- Axîn Muzirî (Hacer Atabak) a li Colemêrgê ji dayik bûye, keça Havset û Mustafa
- Şoreş Colemêrg (Suleyman Kaçar) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Gulu û Şaban
- Brûsk Munzur (Yucel Kandemir) ê li Erziromê ji dayik bûye, kurê Muhteber û Enver
- Serdem Cûdî (Yusuf Îbrahîm) ê li Dêrikê ji dayik bûyî, kurê Fatma û Mihemed
ANHA/DÊRIKA HEMKO