Cenazeyê ciwanên ku li Îtalyayê jiyana xwe ji dest dabûn, li Herêma Raperînê spartin axê. Rêveberê Komeleya Penaberên ji Ewrûpayê vedigerin ya Herêma Raperînê Bekir Elî bang li hikumetê kir da ku ji bo ciwanên Başûr bikeve nava liv û tevgerê. Parêzer Piştîwan Mihemed jî diyarkir ku sedema koça ciwanan ya ji bo welatên derve, nebûna edaletê û derfeta kar e.
Ciwanên bi navê Behroz Îsmaîl (23) yê xelkê bajarokê Hacîawa û Rastî Mehmûd (20) yê xelkê navçeya Ranya, di 22 Kanûna 2020’an de li Îtalyayê ketin ber şemendeferê û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî nêzî mehekê, cenazeyê her dû ciwanan bi rêya balafirxaneya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Herêma Raperînê spartin axê.
ROJNEWS/RAPERÎN