Cenaze di destê gerîla de ye

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • HPG´ê ji bo çalakiyên gerîlayên Kurdistanê yên vê dawiyê got, wan bi ruhê 14’ê Tîrmehê gelek çalakî kirine, 36 leşkerên Tirk kuştine, dronek hate îmha kirine, derb li 2 helîkopteran xistiye.

HPG´ê ji bo çalakiyên gerîlayên Kurdistanê yên vê dawiyê got, wan bi ruhê 14’ê Tîrmehê gelek çalakî kirine, 36 leşkerên Tirk kuştine, dronek hate îmha kirine, derb li 2 helîkopteran xistiye. HPG´ê da zanîn ku cenazeyê dagirkerekî di destê hêzên gerîla de ye. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê got, “Hêzên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê gelek çalakî kirin. Di van çalakiyan de 36 dagirker hatin cezakirin, 7 dagirker birîndar bûn, dronek hate îmhakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin, demançeyek, du çekên HK-416 ên malê Elmanyayê, 2 cîhazên nuqtekirinê yên lazerê, 2 aparatên çeka ku ronahiyê belav dike û laserkeke Aselsanê hatine desteserkirin."

HPG´ê wekî din got, "Artêşa Tirk a dagirker her carê hejmara kuştî û birîndarên xwe yên li qadên şer ji gelên Tirkiyeyê û raya giştî vedişêre. Ji bo ku bibe îsbat hêzên me dest danîne ser cenazeyê leşkerekî dagirker. Artêşa Tirk a dagirker li qadên şer nekariye encamekê bistîne û 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kirine. Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de Qadên Berxwedanê bi dehan caran bi obusan, 22 caran bi balefiran û 33 caran jî bi helîkopteran bombe kiriye."

HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan kite bi kite ev agahî dan:

Li Avaşînê

Di 6’ê Tîrmehê saet  01.00’an de dema ku dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ên Şehîd Têkoşer ve werin, bi sabotajê dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 6’ê Tîrmehê saet 14.00’an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên me bi çekên giran li helîkoptera Skorsky da. Piştî vê, helîkopter ji qadê çûn.

Di 6’ê Tîrmehê saet 17.00’an de dema ku dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê ve werin, tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi sabotajê 2 dagirker ceza kirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 17.40’an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên me bi çekên giran li dagirkeran da. Saet di 18.00’an de careke bin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirker gavekê vekişiyan.

Li Zê (Zapê)

Di 5’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de li dora çeperên şer ên Şehîd Umîd bi sûîkastê dagirkeran hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 15.00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dronek hate îmhakirin.

Di 6’ê Tîrmehê saet di 08.30’an de dema ku dagirkeran xwest tunelên şer ên Şehîd Rêber a Qada Berxwedanê ya Karkerê bombe bikin, hêzên me bi sabotajê derb li dagirkeran da, dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê hate xistin. Dagirkeran derb xwar û qedemeyekê vekişiyan.

Li Metîna

Di 6’ê Tîrmehê saet 11:40’an de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li Girê Sêdarê yê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê da û dagirkerek ceza kir.

Di 6’ê Tîrmehê saet 12:25’an de gerîlayan bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Sêdarê ya Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dan.
Di 6’ê Tîrmehê saet 12:25’an de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê da û dagirkerek ceza kir.

Di 6’ê Tîrmehê saet 13:00’an de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî da û dagirkerek ceza kir.

Dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin dîsa derb xwarin û dagirkerek birîndar bû. Cenazeyê dagirkerê ceza kirî di bin kontrola hêzên me de ye.

Di 6’ê Tîrmehê saet 22:40’an de tîmên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û dagirkerek ceza kir.

Di 6’ê Tîrmehê saet 21:30’an de gava ku helîkopterên êrişê ku Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bomberdûman dikir, hêzên me bi awayekî bi bandor derb li wan xistin û helîkopterekê jî derb xwar. Ew helîkopter ji herêmê dûr ket.

Di 6’ê Tîrmehê saet 22:00’an de dagirker bi kûçikan berê xwe dan Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Tîmên me yên bi tevger vv koma dagirker kontrol kir û bi çalakiyên koordînekirî yên gerîla ew xist kemînê. Saet 23.20’an derbên bi bandor ji du aliyan ve li dagirkeran hatin xistin û 13 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Helîkoptereke Skorsky hewl dida dagirkerên cezakirî û birîndar bibe; hêzên me li vê hellîkopterê xist. Helîkoptera derbên giran xwarin û dûman pê ket û beriya dagirkerên li erdê bibe, ji herêmê reviya.

Di 7’ê Tîrmehê saet 00:00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran û 3 dagirker ceza kirin.

Ji 6’ê Tîrmehê ji saet 22:00’an heta 7’ê Tîrmehê saet 02:15’an, li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi pêşengiya tîmên me yên YJA Starê bi sekvaniyê 6 caran çalakî hat kirin û 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên cezakirî bi saetan di bin kontrola hêzên me de man.

7’ê Tîrmehê ji saet 01.00’an heta saet 02.00’an,  tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê 4 caran çalakî kir li dijî dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û 4 dagirker ceza kirin.

Di 7’ê Tîrmehê saet 08:15’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan ên li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, hêzên me derbên giran li wan xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin. Hêzên me bi ser cenazeyên 2 dagirkeran ve çûn demançeyeke Glock, 2 tivingên piyade yên HK-416 ên Elmanî, 2 nîşankerên lazer, 2 alavên çeka tîrêjavêj û laserkeke Aselsanê desteser kirin. Cenazeyê dagirkerekî di destê hêzên me de ye.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.