Çêkirina nexweşxaneyê didome

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 13:55

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di 19′ê Kanûna 2022′yan de dest bi projeya avakirina nexweşxaneya giştî ya Kobanê kir. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku wan ji sedî 25 ji projeya avakirina nexweşxaneya giştî ya li Kobanê qedandiye.

Mehmûd got xebata avakirina nexweşxaneyê wê di salek û 6 mehan de biqede. Mehmûd anî ziman ku ew zehmetiya kêmbûna budçeyê dibînin eşkere kir ku wê di nexweşxaneya giştî de nêzî 220 text hebin. Nexweşxane bi rûbera 11 hezar metreçargoşe ye. Hemwextî avakirina nexweşxaneyê, 3 navendên tenduristiyê jî li Eyn Îsa û navenda Kobanê tên avakirin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.