- Leşkerên delweta Tirk a dagirker li herêma Bradostê ketin 4 gundan, gef li gundiyan xwarin.
Leşkerên delweta Tirk a dagirker li herêma Bradostê ketin 4 gundan, gef li gundiyan xwarin. Hat zanîn ku leşker ketine gundên Xelîfan, Lêlikan, Helkêla û Kunele yên ser bi Sîdekan a ser bi Sorana Hewlêrê. Li her çar gundên herêma Bradostê jî leşkerên Tirk gef li xelkê xwarine.
Li gorî çavkaniyên cihî, qederê 100 leşkerên dagirker li nava gundan geriyane û gef li xelkê gundan xwarine û gotine, nabe li wan herêman metirsî li ser baregehên wan çêbin.
Artêşa tirk li Herêma Kurdistanê nêziktirî 40 baregehên leşkerî ava kirine. Tevî binpêkirina serweriya xaka Iraqê, ne hikûmeta navendî û ne jî ya Herêma Kurdistanê dengê xwe li vê dagirkeriyê nakin.
BEHDÎNAN