Çekdarên PDK’ê pêşmerge jî girtin

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Li gorî çavkaniyên cihî, çekdarên PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê bi ser gelek malên welatiyan û pêşmergeyan de girtine û di encamê de nêzî 80 kesî kirine nezaretê.  

Li gorî çavkaniyên cihî, çekdarên PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê bi ser gelek malên welatiyan û pêşmergeyan de girtine û di encamê de nêzî 80 kesî kirine nezaretê.  

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet û yên herêmê hatiye girtin, beriya bi sê rojan hêzeke taybet a ser bi PDK’ê li gund û qezayên Amediyê li parêzgeha Dihokê, dest bi operasyoneke siyasî kiriye.

Hate ragihandin di encama operasyona çekdarên PDK’ê de qederê 80 kesî li herêma Şêladizê, Sersingê û Dêralokê kirin nezaretê.

Xelkê herêmê ji Rojnewsê re ragihand ku diyar kirin, di nava kesên kirin nezaretê de pêşmerge jî hene.

Her wiha hate gotin, sedema kirina nezaretê ya van welatiyan ji ber nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirk e.  

Hêjayî gotinê ye, ji ber zextên PDK’ê yên li ser welatiyan, heta niha me nekariye agahiyên zelaltir ji herêmê bigirin û bizanin hejmara binçavkiriyan tam çend e û kesên hatine binçavkirin birine kuderê. Her wiha têkildarî nasnameya kesên hatine binçavkirin jî hîn agahiyên zelal bidest neketine. Heta niha tenê wêne û nasnameya du kesên bi navê, Zêrevan Dêresî û navê pêşmerge jî Elî Pinyanişî zelal bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev operasyona siyasî li rastê tengavbûna artêşa Tirk a li Zê tê û guman heye ku operasyon li ser fermana MÎT-Parastinê hatibe kirin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.