Çekdarên dewletê li dijî HDP'ê

Çarşem 29 Îlon 2021 - 04:25

  • Alîkara hevserokên HDP´ê: Heke dixwazin bi vî awayî li ser HDP û HDP’yiyan zextê çêkin, wê wekî gotina wan nebe. Em ê ji ber van zextan serê netewînin û em ê nehêlin çavê me bitirsînin.

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê, Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku 2 polêsên çekdar çûne ber deriyê wê û xwestine ew dêrî li wan veke. Bi daxuyaniya ku li navenda giştî ya partiya xwe dayî, wê got, ev hewldana çavtirsandinê ye, lê ew ê serî netewîne li hemberî van zextan.  

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari derbarê hewldana êrişa li dijî xwe, li avahiya navenda giştî ya partiya xwe ya li enqerê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Alîkarên hevserokatiya giştî, parlementer, Desteya Rêveber a Navendî û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Hatîmogûllari qala hewldana êrişê kir û got, “Înê du kesên ku xwe wekî ‘polêsên sivîl’ dan naskirin, li zengila dêrî dan û bi israr xwestin bikevin hundir. Dema li zengil ket, min di qulika dêrî re li wan nihêrî. Min derî venekir. Wan dizanibû ku em li hundir in. Bi israr digotin, ‘Em polêsên sivîl in’, li zengil dixistin û li dêrî didan. Min got, ‘Ez parlamenter im, polêsek yan jî kesekî din nikare wisa bikeve mala min, ez ê derî venekim û haya Midûriyeta Giştî ya Polêsan ji vê rewşê çêkim’. Wan bi israr dixwest ez dêrî li wan vekim û digotin, ‘Em polêsên sivîl in’. Çend deqîqeyan wisa dewam kir. Min telefonî hevalên xwe yên HDP’ê kir û me haya midûriyeta polêsan pê xist. Di wê kêlîkê de ji dêrencekan daketin û ber bi xaçerêka Esatê ve meşiyan.”

Nahêle wê çavtirsandî bikin

Hatîmogûllari got, wê miracaetî midûriyeta polêsan, dozgerî û Serokatiya Meclîsê kiriye, lê dozgeriyê daxwaznameya wê ya ji bo gilîkirinê qebûl nekiriye.
Hatîmogûllari got, “Parêzerê min diçe dozgeriyê, diçe ba 7-8 dozgeran. Lê dozger daxwaznameyê qebûl nakin. Dozgerê nobetdar jî dibêje ‘Ez ne nobetdar im’ û naxwaze daxwaznameyê qebûl bike. Parêzerê min lîsteya dozgeriyê tîne ber û neçar dimîne ku qebûl bike.  Me ji midûriyeta polêsan re jî got, heke we tiştek bi dest xist, me agahdar bikin. Ligel ku du kesên çekdar tên ber deriyê parlementerekê, ev 5 roj di ser bûyerê re bihurîne û me gilî jî kiriye, heta niha daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn. Ev jî gumanên me zêde dike.”

Hatîmogûllari diyar kir ku ev ne bûyereke ji rêzê ye û got, “Heke dixwazin bi vî awayî li ser HDP û HDP’yiyan zextê çêkin, wê wekî gotina wan nebe. Bi vî awayî heke biçin ber deriyê parlamenterekê û li rêya herî qelebalix a Enqereyê ev bûyer dernekeve holê, ev jî gumanên me zêde dike. Em ê ji ber van zextan serê netewînin û em ê nehêlin çavê me bitirsînin.”

Êrişa li dijî Hatîmogullari şermezar kirin

Rêxistina HDP'ê ya Edenê, hewldana êrişê ya li dijî Parlamentera HDP'ê ya bajêr Tulay Hatîmogûllari şermezar kir. Di daxuyaniya bi îmzeya Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Gulseren Tûral û Mehmet Karakiş de hat gotin, êriş encama zimanê desthilatê yê li dijî HDP'ê û muxalifan e. Wan xwest êriş bê ronîkirin.  


MA/ENQERE/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.