Çeka 19’ê Tîrmehê fikra Rêber Apo ye

În 19 Tîrmeh 2024 - 02:35

  • Îsmet Şêx Hesen diyar kir çeka Şoreşa 19’ê Tîrmehê fikra Rêber Abdullah Ocalan e û destnîşan kir wan di Sûriyê de xeta sêyemîn hilbijart da ku karibin şoreşeke rasteqîn pêk bînin û got: Me di berdêla doza azadiyê de qelenekî giranbuha da.

JIYAN XELÎL

Îsmet Şêx Hesen diyar kir çeka Şoreşa 19’ê Tîrmehê fikra Rêber Abdullah Ocalan e û destnîşan kir wan di Sûriyê de xeta sêyemîn hilbijart da ku karibin şoreşeke rasteqîn pêk bînin. Şêx Hesen got, ‘’Me di berdêla doza azadiyê de qelenekî giranbuha da.’’

Îsmet Şêx Hesen yek ji pêşengê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û ji kêliyên destpêkê û heta niha jî dest ji rêya xwe bernedaye û bi heman soz û armancê di nava xebatê de ye. Rojnameya me li bara salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê hevpeyvînek li gel Fermandarê Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk çêkir.

Îsmet Şêx Hesen behsa kêliyên destpêkê yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û diyar kir ku dibe ku bingehekî siyasî û civakî bo bidesxistina mafên xwe hebû, lê belê tu kesî texmîn nedikir ku li Rojava şoreşeke bi vî rengî pêk were. Şêx Hesen bi lêv kir “Me ji Kobanê de dest pê kir û ji rejîmê rizgar kir. Derfetên me tune bûn. Bajar dorpêçkirî bû. Lê tevî vê jî me karîbû gava yekem bavêjin. Piştî wê jî komên bi navê “Opozisyonê” êrîş anîn ser me. Cara yekem li Rojavayê Kobanê şer derket. 3 hevalên me şehîd bûn. Hingî ne çek û ne jî kesên pispor tune bûn. Lê belê gel çekên li cem xwe rakir û berxwedanî kir. 

Ji serî de Tirkiyê êrîş dikir

Şêx Hesen tekez kir ku di dema wan koman êrîşî wan dikir, dewleta Tirkiyê piştgirî dida wan û got “Her êrîşek li ser me pêk dianîn, dewleta Tirkiyê pere û lojsitîk dida wan ji bo şerê me bikin. Tevî dema pêvajoya aştiyê jî dest pê kir û çûn û hatinên me jî li wir hebûn, lê di bin re dewleta Tirkiyê bi rêya van komên tundirew şerê me dikir û dijminatiya şoreşê dikir. ‘’

Jinên me bûne mînak

Şêx Hesen rola jinê di nava şoreşê de jî bi bîr xist û wiha dewamî da axaftina xwe “Gelek bajarên Sûryayî di nava çend saetan de ketin destên komên çete. Lê dema êrîşî me kir, keçên me li ber wan rabûn û şer kirin. Di dunyayê de bûn mînak. Artêşbûna jinê nîşanî her kesî da. Tevî ku çekên pêşketî tune bûn, lê îrade hebû û zor li êrîş û planên wan bir. Hevalek hebû navê wê Zozan bû, bi tankê êrîşê wê dikirin lê bi çeka ferdî li ber wê sekinî û digot “hûn di ser laşê min herin jî ez nahêlim hûn derbasî bajarê min bibin”. 

Divê gel bêtir were birêxistinkirin

Fermandarê Komandosê Ismet Şêx Hesen eşkere kir ku ew di warê birêxistinkirina gel de kêm mane û got “Me li gorî perspektîvên Rêber Apo di asteke jor de gel bi rêxistin nekir û divê hîna xurtir ba. Pêdivî heye ku hişmendiyeke nûjen û miştî azadî û demokrasî belav bibe û gel bêtir xwedî li nrixên şoreşê derkeve. Ev berpirsiyartiya me, lê helbet em li pey pêkanîna wan armanc in. Lê eger ku em bînin beramber herêmên din ên Sûriyê, gelê me di asteke pir pêşketî ya rêxistinkirê de ye, lê belê em hîna dibêjin ne têrker e.’’

Dewleta Tirk dixwaze me qir bike

Ismet Şêx Hesen behsa êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker jî kir û diyar kir dewleta Tirkiyê wê tim êrîş bike, em vê rastiyê dizanin, Ji ber ku qebûl nake Kurd bibin xwedî maf û ne jî karibin xwe bi rê ve bibin. Armanca wan ne tenê aliyek an jî tevgerek e, lê ew tevahiya Kurdan dikare bike armanc.

Şêx Hesen got ku ew ê li hember hemû cureyên êrîşan li ber xwe bidin û divê Tirkiyê êdî têk biçe. 

Erdogan ji ber têkçûna xwe berî daye Şamê

Fermandarê Komandosê Ismet Şêx qala hewldanên dewleta Tirkiyê yên hevdîtinên bi Şamê re û piştrast kir ku ev gav ji ber têkçûna rejîma Erdogan e û wiha dewam kir: “Erdogan berê dijminatiya Beşar El-Esed dikir îro jî ji ber tenav bûye berê xwe daye wî. Dixwaze li dijî me êrîşên mezin pêk bîne û bi rêya Şamê van tevger û êrîşên xwe rewa bike. Gerek hikûmeta Şamê hişyar be û nekeve xefa vê siyasetê. Lê belê wê nikaribin bi ser bikevin û êdî ew di rojên xwe yên dawiyê de ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.