Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên bajarên Rojavayê Kurdistanê, roja Cejna Heciya (Qurbanê) çûn serdana goristanên şehîdan.
Xelkê piştî nimêja cejnê, berê xwe da goristanên “Şehîd Xebat Dêrik li Dêrikê, Şehîd Dilşêr li Dugirê, Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo, Şehîd Îsmaîl li Amûdê, Şehîd Dijwar li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle li Kobanê û goristanên şehîdan li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Şehbayê.
Li goristanan, xelkê û malbatên şehîdan gul û kulîlk danîn ser gorên xizm û zarokên xwe, cejn li hev pîroz kirin, şekir û şîranî dan hev, bixur pê xistin û ayatên Quranê xwendin.
Ji destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ve çanda serdana goristanên şehîdan di sibehên cejnan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her adet e.
QAMIŞLO