- Penaberên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji warên xwe yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê bûne, dibêjin, bidawîbûna dagirkeriyê û vegera ser warên wan ji bo wan wê bibe cejna bi rastî.
Bi hatina Cejna Heciyan (Qurbanê) re penaberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî got, hêviya wan derxistina dagirkeran ji xaka wan e û bi vegera li xaka xwe ya piştî rizgarkirinê kêfxweşiya wan dê temam dibe. ANHA bi penaberan re peyivî.
Penaberên li kampên li Şehbayê ji bo cejnê dibêjin, hêviya wan a yekane derxistina dagirkeran ji Efrînê ye.
Fatme Bekir a ji Cindirêsê got, "Ji 2018′an ve tevî 6 ferdên malbata xwe di konekî Kampa Serdemê de bi cih bûme. Erê cejn e, lê kêfxweşî ne mîna ya li Efrînê ye. Em ji bo zarokên xwe cejnê pîroz dikin. Cejna me ya herî xweş, vegera li Efrînê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."
Xedîce Îbo ya ji navçeya Şerayê niha li Kampa Berxwedanê bi cih bûye, got, "Hêviya me ya yekane rizgarkirina Efrînê ye."
Cejn derxistina dewleta Tirk ji xaka me ye
Li navçeya Eyn Îsayê jî bi hezaran koçberên kantona Girê Spî hene.
Ruqeye Mihemed a 40 salî a ji gundê Şergirakê, dayika 2 zarokan e. Wê got “Cejna me ya rastî derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka me, û vegera li mal û milkên me ye. Niha hevjînê min ajokarê stêreke avê ye û mehaneya wî hema têrî pêdiviyên me yên sereke dike. Ji lew re me ti şîraniyên cejnê amade nekirin û me cil ji zarokên xwe re nekirîn."
Salhe Osman a 57 salî ya ji Girê Spî, dayika 9 zarokan e. Wê cejnê li Misilmanan pîroz kir û got, "Kesên ku xaka wan hatibe dagirkirin, cejn li cem tine ye."
Cejn wê li Serêkaniyê be
Rewşa penaberên ji Serêkaniyê ji ya koçberên Efrîn û Girê Spî ne cuda ye. Hêviya wan jî qewitandina dagirkeran û vegera li warê xwe ye.
Xelîl Moro yê ji Serêkaniyê got: "Em Cejna Qurbanê li xizm û malbatên xwe pîroz dikin. Lê ji ber dûrbûna me ya ji bajarê me û xizmên me yên ku piştî koçberiyê berbelav bûn, êşa me heye. Hêviya min a pêşîn û dawîn em bi silametî vegerin malên xwe û bajarê xwe.''
Xezalê Bozo ya li kampa Serêkaniyê jî got, "Di boneyên mezin ên wekî cejnan de ewilî bajarê me yê dagirkirî tê bîra me û çawa me cejn li gel malbat û xizmên xwe pîroz dikirin. Hêviya me ya yekane, dagirker werin qewitandin, em vegerin malên xwe û bajarê xwe.''
NAVENDA NÛÇEYAN