Cejna PKK’ê dewam dike

Duşem 6 Kanûn 2021 - 23:48

  • Kurdan û dostên wan salvegera 43’yan a damezrandina PKK'ê li bajarê Fransayê Montpellierê bi coş pîroz kir.

Kurdan û dostên wan salvegera 43’yan a damezrandina PKK'ê li bajarê Fransayê Montpellierê bi coş pîroz kir. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li cihê pîroabahiyê axivîn û gotin, "Ev tevger bi kedeke mezin gihîşt 43 salan. Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan pênase kiribû. Ji vê pênaseyê bêhtir pênaseyeke bi wate nabe. Salvegera damezrandina PKK'ê di şexsê Rêbertiyê de li şehîdan û gelê me yê welatparêz pîroz be."

Piştre Hozan Menal, Koma Çar Sînor, Meral Alkan, Mîr Perwer derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê û gotina dirûşma "PKK gel e, gel nikare bê qedexekirin" bi dawî bû.

MONTPELLIER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.