• Îro Cejna Êzî ye. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), HDP, Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE), Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Êzî pîroz kirin. Di peyaman de ji bo xwedîderketina li berxwedana Şengalê bang hate kirin. 

Di daxuyaniyan de qala têkoşeriya Mam Beşîr, Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt û fermanan tê kirin û tê gotin, bi berxwedana li dijî van fermanan cejna Êzî li tevahiya civaka Êzidî, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be.

Di peyaman de tê bibîrxistin ku cejn bi armanca tifaq, aştî, azadî, aramî, xweşbînî û şahiyê derketine holê, bûne mîrateya mirovahiyê.

Di daxuyaniyan de rewşa Şengalê bi awayekî taybet û hesas tê destnîşnakirin û tê gotin, divê parastin û avakirina Şengalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî be. Pêwîst e ku xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Divê nasnameya Êzîdiyatiyê li Şengalê bê parastin,  gelê me yê Êzîdî, bi awayekî xweser, ew xwe bi xwe rêve bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN