Emîne Şenyaşarê diyar kir ku ew cejneke din jî bi bêbedaletiyê pêşwazî dikin û got: “Ji me re cejn tune ye. Cejna me bi girî derbas dibe.”
Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên wê hatin kuştin û lawekî wê hat girtin, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê filîtî re çalakiya “Nobeta Edaletê” didomîne. Malbat 135 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dike. Malbata Şenyaşar di roja Cejna Qurbanê de jî li ber edliyê lêgerîna xwe ya edaletê domand. Ev bû cejna duyemîn ku malbat di “Nobeta Edaletê” de ye. Emîne Şenyaşar a ku Cejna Qurbanê bi bêedaletiyê pêşwazî dike, got: “Berê cejnên me xweş derbas dibûn. Malbat hemû li cem min bû û li dora min kom dibû. Hemûyan qîmeta hev dizanibû. Bi hev re dixebitîn. Êdî cejn ji bo me nemane. Mala min şewitandin. Malbata min tune kirin. Kes nehiştin. Îro cejn e, stûyê zarokên Celalê min xwar e. Sêwî û stûxwar man. Ez hêvî dikim yên ku vê yekê anîn serê zarok û neviyên min, were serê wan jî.”
MA/RIHA