• Li Rojavayê Kurdistanê erefa Cejna remezanê û sibeha cejnê xelk çû ser gorên şehîdên xwe. Xelkê hêviya serxistina doza şehîdan û niyaza pêkhatina aştî û azadiyê îfade kir. 

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê di Cejna Remezanê de şehîd nehatin jibîrkirin. Xelk çû serdana şehîdgehan, peyamên bicihanîna xeyalên wan dan û hêvî kirin cejn bibe hincet ji bo pêkhatina azadî û aramiyê.   

 

ROJAVA: Xelkê bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erefa Cejna Remezanê êvarê çûn ser gorên şehîdên mûm pêxistin û gotin, ew dê li ser rêya şehîdan bin heta ku hêviyên wan pêk tînin.

Doh jî piştî nimêja cejnê, xelkê berê xwe da goristanên şehîdan: Şehîd Xebat Dêrik li Dêrikê, Şehîd Dilşêr li Dugirê, Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo, Şehîd Îsmaîl li Amûdê, Şehîd Dijwar li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê, Şehîd Dîcle li Kobanê, goristanên şehîdan li Til Temir, Reqa, Dêra Zor, Şedadê, Tebqa û Şehba.

Malbatên şehîdan gul û kulîlk danîn ser gorên zarokên xwe, piştre cejn li hev pîroz kirin, şekirên cejnê dan hev, find pêxistin û ayetên Quranê xwendin.

Hêviya xelkê ew bû ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramî serwer bibe.

MEXMÛR

MEXMÛR: Erefa cejnê, êvarê, xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çû serdana goristana wargehê. xelkê li ser gorên şehîdan find pêxistin. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên şehîdan Bavê Şehîd Yaşar Botan, Mehmûd Manak axivî.

Doh jî xelkê Wargehê piştî nimêja cejnê, berê xwe da ser goristanê û cejna hev pîroz kir. Xelk ji wir jî çû Saziya Malbatên Şehîdan, cejna hev pîroz kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin. 

Li vir Mela Elî Sipêrtî axivî û got, “Cejna Remezanê her tim bûye wesîleya azadî û aştiyê. Bi vê boneyê em hêvîdar in gelê Kurd bigihîje azadiya xwe. Em bi boneya cejna Remezanê careke din soza şopandina rêya şehîdan didin.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara got, “Bi hêviya cejnên azad ku em di van cihên pîroz de li gel Rêbertiya xwe pîroz bikin, em cejna xelkê xwe pîroz dikin.”

RANYA

RANYA: Erefa cejnê, êvarê, bi boneya Cejna Remezanê Komîteya Baweriyan a Tevgera Azadî û malbatên şehîdan çûn serdana Goristana Şehîd Helwêst. Li ser goristana şehîdan wan got, “Em soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin, divê roja pîroz de em silavên xwe ji ruhê pak yê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê re dişînin. Bi boneya Cejna Remezana pîroz, em silavên xwe ji dayîkên şehîdan, girtiyên siyasî û Rêber Abdullah Ocalan re dişînin.”

GERMIYAN: Li Germiyan jî bi boneya Cejna Remezanê Tevgera Azadî û Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê çûn serdana gorên şehîdan. Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Cuma Kerîm got, “Em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta qirêj a PDK’ê bisekinîn. Em soz bi Mamosta Şemal û tevahiya şehîdan didin û dibêjin, em ê li ser rêbaza wan berdewam bin heta gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê digihîjin azadiya xwe.” Di serdanê de gul û kulîlk li ser gorên Şehîd Karwan Gabar, Serdeşt Germiyanî, Berxwedan Germiyanî, Endamên Tevgera Azadî Hîwa Kamil, Karwan Rostem û Mamosta Şemal hatin danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN