Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Û PENa Kurd, li Sendîkeya Kedkarên Perwerdehî û Cemaweriyê (Egîtîm-Sen) bi sernavê "Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî helbesta kurmancî" gotûbêjek li dar xist. Di gotûbêjê de ku moderatoriya wê Fatîme Tekîn kir, helbestkar-nivîskar Îrfan Amîda û Rêzan Diljen wekî axîver cih girtin.
Her wiha Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle, Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, Hevserokên HEDEP'ê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, malbata Arjen Arî û gelek wêjehez tevli gotûbêjê bûn.
Destpêkê Moderator Fatîme Tekîn axaftina ewilî kir û balê bir ser giringiya helbestê. Piştre ji bo her du helbestvanên nemir deqeyekê rêz girtin û xwîşka Arjen Arî Necla Arî behsa bîranîneke xwe ya di derheqê Arjen Arî de kir.
Helbestvan bîra civakî bi ruh û can dike
Dû re Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle axivî û got ku helbest û helbestkariya erdnîgariyekê ku bi salan tê dagirkirin hem zehmet e, hem jî bareke gelekî mezin e. Dîjle destnîşan kir ku helbest di nava cureyên wêjeyî de ya herî neteweyî ye û hêmana herî sereke ya helbestê hest e. Dîjle, anî ziman ku helbestkar bi cih anîna peywira xwe dibe barhilgirê vê jiyanê û got: “Hestên neteweyî û bîra civakê hertim bi ruh û can dike, hêz û kûwetekê li peyva xwe bar dike û bi vê peyva xwe rê li ber azadiyê vedike. Di hemû tarîtî û zûlmatan de rastiyeke şoreşgerî diafirîne. Bêguman gava em li Seydayê Cegerxwîn û peyrêyê wî Arjen Arî mêze dikin, di helbest û di helwesta helbesta wan de baş dibînin.
Cegerxwîn ji tariyê re çirayekê peyda kir
Piştre Amîda mafê axaftinê girt û da zanîn ku Cegerxwîn konaxeke ku helbesta kurdî ji klasîzmê derbasî modernîzmê dibe û got: “Cegerxwîn rast e rast temsîlkariya serhildêriyê ye. Cegerxwîn li hember serdemekê, li hember feodalîzmê serî hildaye. Cegerxwîn helbestkarekî mudaxalekir e. Ji ber ku mudaxaleya serdemekê û zemên dike. Cegerxwîn xwe neçar didît ku mudaxaleyê bîrê bike û her wiha xwe neçar didît ku bîrekê jî biafirîne. Lewma ne ev bîr be ku ne pêkane ku Kurdistanek jî ava bibe. Cegerxwîn ji tariyê hez nake û derdê wî rast e rast bi tariyê bi xwe re ye. Ji ber vê yekê çi çirayê peyda kir pê dixist.”
Ekolek an jî rengekî xast tine ye
Piştî Amîda, Rêzan Diljen mafê axaftinê wergirt û got; “Qedrî Can, Osman Sebrî, Kamûran Bedirxan, Celadet Bedirxan hwd. ji kovara Hewarê ne. Piştre Ronahî û dîsa heman kom heye, heta 1979’an Kovara Tîrêjê. Kovara Tîrêjê hinekî ber bi modernîzmê ve çû. Helbesta kurdî piştî ber bi rojava ve çû hinekî bilind bû. Gelek ciwanên ku helbestên tîr nivîsandin derketin holê. Herêma me di bin bandora Kafkasyayê nema. Dikarîbûn sûdê ji Kafkaskayê bigirin. Hêdî hêdî ew jî çêdibe. Kêm zêde bandora soraniya me jî li ser helbesta kurdî çêdibe. Heke helbestkarek derketiba û şûrê xwe li lênûska wêjeya me bixista, wê çaxê me dikarî bibêjin ku ekoleke vî heye. Bi min di helbesta kurdî de ekolek an jî rengekî xas çênebûye.”
Herî dawî hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç helbesta Cegerxwîn ya bi navê “Destgirtiya Xorta Me”, nivîskar û rojnamevan Roza Metîna helbesta Arjen Arî ya bi navê “Efendîno”, Mehmet Saît Arzû bi formata maqamê helbesta Cegerxwîn a bi navê “Xurtiya Yekitiyê” û herê dawî jî parlementer Newroz Ûysal helbesta Arjen Arî “Ev Çiya Rûspî Ne Heyran” xwend.
Bi xwendina helbestan gotûbêj bi dawî bû.
MA/AMED