Ji Qereçoxê heta Tişrînê têkoşîna gel
Şemî 26 Nîsan 2025 - 03:10
Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku ber bi lûtkeya Çiyayê Qereçoxê ve diçû, bû bingeha serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev şoreş bûye modela xwişk û biratiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê. Berxwedana îro ya li bendava Tişrînê jî nîşana vê yekê ye.
Di sibeha 25’ê Nîsana 2017’an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyereke ku şopeke kûr di bîra gel de hişt, pêk hat. Artêşa Tirk a dagirker bi 28 balafirên şer Çiyayê Qereçoxê yê kantona Cizîrê ku navenda Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de 20 şervanên YPG'ê û YPJ'ê şehîd bûn. Piraniya wan fermandarên şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li eniyên herî pêş ên Minbic û Reqayê bûn. Di nava wan de rojnamevanên leşkerî jî hebûn ku têkoşîna gelê herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê belge dikir.
Êrişa li ser Qereçoxê yekemîn êrişa leşkerî ya rasterast a artêşa Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û bi armanca astengkirina têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû.
Piştî êrişa li ser Çiyayê Qereçoxê ku sembola sekn û têkoşîna gelê herêmê ye, girseyeke mezin a gel, ji zarok, jin, mêr û kal û pîran, ber bi cihê êrişa li ser çiyayê Qereçoxê ve çû, bi lehengî li ber germê û zehmetiyan ketin rê. Ji bo şermezarkirina komkujiyê hilkişiyan çiyayê ku bi qasî 770 metre bilind e. Ji dewleta Tirk a dagirker re peyameke zelal bû ku hemû pêkhate di heman çeperê de ne.
Di wê şevê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bi armanca bêdengkirina dengê civakê bombe li radyoya Dengê Rojava barandin.
Komkujiya Qereçoxê, bûye sembola biryardarî û hêzê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdan roja 25’ê Nîsanê wek “Roja Şehîdan” ragihand. Ji wê demê ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal di 25’ê Nîsanê de ji bo bîranîna şehîdan ber bi çiyayê Qereçoxê ve diçin û soza berdewamkirina rêya şehîdan didin.
ANHA/QAMIŞLO/KELSÛMA ELÎ