Cecelî faşîstê navmalê ye ji Barzanî re

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 21:21

  • Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya merasîma mezûniyeta xwendekarên Zanîngeha Emerîka ya Dihokê, stranbêjekî Tirk ê faşîst, Mistefa Cecelî vexwend û tevlî merasîmê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya merasîma mezûniyeta xwendekarên Zanîngeha Emerîka ya Dihokê, stranbêjekî Tirk ê faşîst, Mistefa Cecelî vexwend û tevlî merasîmê kir.

Pêr bi şev li Zanîngeha Emerîka ya Dihokê, bi mazûrvaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şahiya mezûniyeta xwendekaran pêk hat. Bi vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî stranbêjê Tirk ê faşîst Mistefa Cecelî jî konser da.

Di şahiyê de Mesrûr Barzanî got, zanîngeh bi xwîna pêşmergeyan hatiye avakirin, lê Cecelî yek ji faşîstên Tirk e ku ji bo piştgiriya leşkerên Tirk ên li ser sînor û ji bo dagirkirina Efrînê stran gotine.

Cecelî bi gotina stranan piştgiriya dagirkeriyê kiriye bi dehan caran.

Mesrûr Barzanî ji bo ku Mustafa Cecelî yê faşîst ji xwendekarên Kurdistanê re stranan bibêje, 120 hezar dolar dane Celelî. 

Cecelî ji sala 2019’an ve çend caran vexwendine Başûrê Kurdistanê û ji bo konser û şahiyan pereyek zêde dayînê.

Tirkiye ne tenê bi riya leşkerî Kurdistanê dagir dike, bi riya çand û hunerî jî dixwaze Kurdan tine bike.

Niha Başûrê Kurdistanê û bi taybetî Dihok û Hewlêr bûne navenda dewleta Tirk a dagirker û MÎT’a wê. Tirkiye bi riyên cuda hewldana tinekirina çand, ziman û hunerê Kurdî dike.

Di nava kafeterya û xwaringehan de mûzika Tirkî guhê mirov kerr dike. Pereyekî zêde didin stranbêjên faşîst ên Tirk da ku zêdetir çanda dagirkeran di nava ciwanên Kurd de belav bikin û dagirkeriyê hêsan bikin.

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.