CDKF: Mehmet Yalçin dersînor nekin

Yekşem 2 Tebax 2020 - 16:51

  • Fransa dixwaze çalakgerekî Kurd dersînor bike.

Fransa dixwaze çalakgerekî Kurd dersînor bike. Fransayê bi îdîaya elaqeya wî bi karên rêxistinî yên PKK´ê re heye, par 2 sal cezayê hepsê li çalakgerê Kurd Mehmet Yalcin birîbûn. Qederê salekê bazinekî elektronîk bi Mehmet Yalçin ve kirin. Niha jî tevahiya belgeyên wî yên nasname û îqametê jê hatine stendin û dewleta Fransî dixwaze wî dersînor bike.
Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDKF) li ser mijarê daxuyaniyek da û banga xwedîderketina li çalakger û siyasetvanê Kurd hat kirin. Di daxuyaniyê de CDKF´ê bi bîr xist ku miracaeta Mehmet Yalçin a ji bo mafê penaberiyê jî ji ber cezayê lê hatiye birrîn, hatiye redkirin. CDKF dibêje, halê hazir tevahiya miracaetên parêzerên wî hatine redkirin û Fransa dixwaze Mehmet Yalçin ku ji 2006´an ve li Fransayê ye, 28´ê Tebaxê dersînor bike û teslîmî Tirkiyeyê bike.
CDKF dersînorkirina Mehmet Yalçin ber bi Tirkiyeyê ve weke binpêkirineke cidî ya Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpî û Peymana Cenevreyê ya Penaberiyê bi nav kir.
CDKF´yê bi bîr xist Fransa ji mêj Kurdan krîmînalîze dike û dibêje, "Fransa êdî bila êdî rastiyê bibîne. Kurd û çalakiyên wan ne ji bo Fransayê û ne jî ji bo devereke din a dinyayê de ti tehlûkeyê ji bo kesî çênakin.
Em ji rayedarên berpirsiyar ên Fransî dixwazin, tevdîrên dûrxistinê yên li dijî Mehmet Yalçin girtî, betal bike, û mafê îqametê bidiyê da ku tevî zarokê xwe di nava şertên bi rûmet de karibe li Fransayê bimîne. Em bang li partiyên siyasî, hilêbijartî, parêzvanên mafê mirovan dikin da ku ji rayedarên Fransî bixwazin dersînorkirina Mehmet Yalçin asteng bikin." PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.