Çayxaneya rewşenbîr û hunermendan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:55

Ciwanek li nav bazara bajarê Helebceyê çayxaneyek bi navê ‘Şeeb’ bi armanca ku hem bibe çavkaniya debarê û hem jî bibe navendek ji bo kombûna ciwan û hunermendan, wek çayxaneya Şeeb ya li Silêmaniyê, vekiriye.

Çayxaneya ciwanê bi navê Arî Elî niha bûye navenda kombûna hunermend, nivîskar û rewşenbîran. Arî saleke çayxaneya xwe vekiriye. Rojane welatiyên bajêr ji bo behnvedana ji kar serdan dikin û qala jiyana xwe ya rojane dikin. Arî bi karê xwe gelek kefxweş û dilxweş e û wek bi xwe dibêje hunermendek şêwekar û rewşenbîr e ku her kêliyê heves û xwesteka wêneyan di hizirê wî de heye.

Dîrok û çandê zindî dihêlin

Çayxaneya Şeeb bi wêneyên kesayetên Kurd ên navdar ên helbestvan, şanoger, hunermend, nivîskar û wêjevan hatiye xemilandin. Vê yekê jî dîmenek balkêş daye çayxaneyê ku hîn zêdetir bala xelkê bajêr dikêşe ser çayxaneyê. Arî Elî pirtûkxaneyek biçûk jî di nava çayxaneyê de ava kiriye. Kesên ku serdana çayxaneyê dikin heta çaya xwe divexwin dikarin pirtûkekê jî bixwînin. Arî li ser vê dibêje: “Ez dixwazim ku bi vî awayî dîrok û çanda gelê xwe zindî bihêlin û li bîr bînin.” Her wiha di derbarê tabloyên ku di çayxaneyê ve hatine daliqandin de jî Arî Elî diyar kir ku piraniya wan ji aliyê welatiyan ve hatine pêşkêşkirin. Arî bang li kesayet û rewşenbîrên Helebceyên kir ku wêneyên xwe ji wî re bişînin da ku li çayxaneya wî were daliqandin û ew ê bi ewle bên parastin.

Xwendin mertal e li hember şûrê dijmin

Arî Elî ku li gel karê çayxaneyê, di heman demê de damezrênerê yekemîn yê koma boyaxkirina kolanên Helebceyê bû, wiha dibêje: “Em ê ji bo xweşkirina bajarê xwe çi ji destê me bê bikin. Her wiha em ê hewl bidin ku çayxaneya xwe bi nivîs, wêne û her cure pirtûkên ku xwendevan dixwazin tejî bikin.” Herî dawî Arî Elî got: “Armanca me ew e ku bi van projeyên hunerî ciwanan ji telefonên destan û elektronîk dûr bixin da ku kesayet, dîrok, wêje û çanda me tine nebin. Bila em hemû di xwendinê de şareza bin, ji ber ku ‘xwendin ji bo xwe parastina ji şûrê dijmin, her dem mertal û sîpera mirove.’”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.