• HDP: Pêwîst e hemû mamosteyên beşên Kurdolojiyê werin wezîfedarkirin. Divê di serî de pêşî li perwerdehiya bi zimanê Kurdî û li perwerdehiya pirzimanî were vekirin.

Cihgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan têkildarî serdema perwerdehiyê ya 2021 û 2022’yê daxuyanî da û got, desthilatê di dema belavbûna vîrusa koronayê de nota herî xirab wergirtiye û di heyema li pêşiya me de tişta ewilî were kirin jî, pêşîvekirina li perwerdehiya bi Kurdî û pirrzimanî ye. 

Cihgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan ji polîtîkayên ziman, çand, huner, spor û perwerdehiyê berpirsiyar e. Wî têkildarî heyama perwerdehiyê ya li pêşiya me li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniya da çapemeniyê. Kaplan bi bîr xist ku di 6’ê Îlonê de heyama nû ya perwerdehiyê ji bo salên 2021 û 2022 wê dest pê bike û ew dixwazin ku perwerdehiyeke bi kalîte li dibistanan hebe. 

Kaplan destnîşan kir ku ji destpêka Komarê ve polîtîkayeke perwerdehiyê bi kodên yekperest û neteweperest hatiye birêvebirin û ev polîtîka di serdema AKP-MHP’ê de bêhtir hatiye belavkirin. Kaplan anî ziman ku ji destpêka Komarê ve di serî de Kurd û zarokên zimanê wan ne Tirkî, dikevin ber çerxa polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirk. 
 
Dewletê ne zarok lê sermaye muhim dît

Kaplan bal bire ser belavbûna vîrusa vegir a koronayê jî û got, bîlançoya şewba Covid-19’ê her roja ku diçe girantir dibe û di pêvajoya nexweşiya vegir de herî zêde zarokên ku ji perwerdehiyê dûr mane, xisirî ne, zirar li wan bûye. Kaplan destnîşan kir ku di qada perwerdehiyê de jî beriya her tiştî sermaye li ber çavan hatiye girtin. 
 
Qedexeyan rakin

Cihgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan bal bire ser hin xalan û got: “Divê ji bo dibistanan budceyeke baş were veqetandin û maliyeta perwerdehiyê li ser milê malbatan neyê hiştin. Divê demildest bi hezaran mamosteyên betal, werin wezîfedarkirin. Pêwîst e hemû mamosteyên beşên Kurdolojiyê werin wezîfedarkirin. Lazim e komîsyona OHAL’ê were betalkirin û kedkarên bûne mexdûrên KHK’ê vegerin ser karên xwe. Divê di serî de pêşî li perwerdehiya bi zimanê Kurdî û li perwerdehiya pirzimanî were vekirin û ev perwerde were misogerkirin. Lazim e dev ji perwerdehiyeke yekperest, mezhebparêz, zayendperest were berdan û li şûna wê perwerdehiyeke zayendiya azadîxwaz û pirrziman dest pê bike.”

STENBOL